Mert Comert ê ku di komkujiya Pirsusê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da

11:40

JINHA

RIHA - Mert Comert ê 22 salî ku di qirkirina Pirsusê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da. Kesê 33'an ê di qirkirina Pirsusê de jiyana xwe ji dest da Mert Comert e.

Mert Comert ê 22 salî ku di qirkirina Pirsusê de ji serê xwe bi giranî birîndar bûbû, 26 rojin di Beşa Giran a Nexweşxaneya Rihayê de dihat girtin jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku di saetên şevê de dilê Mert sekinî û li hember hemû mudaxaleyan jî nehat xilas kirin. Hate dîyar kirin ku cenazêyê Mert Comert dê bişînin Samsunê.

(zt/ch)