Li Amedê welatiyek hate înfaz kirin!

11:56

JINHA

AMED - Duh bi şev saet di 23.00'an de tîmên taybet li Taxa Kaynartepe ya Rezanê xistin bin dorpêçê û bi saetan welatiyan gulebaran kirin. Hat zanîn ku di wê navberê de bavê 3 zarokan Fahrettin Budak ê 40 salî li ber derê mala xwe hat qetilkirin.

Buyer şevê din saet di 23.00'an de li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê hat jiyankirin. Li gorî nirxandinên welatiyên taxê şevê din tîmên taybet tax girtine bin dorpêçê û bi saetan tax gulebaran kirine. Di gulebaranê de welatiyê bi navê Fahrettin Budak ê 40 salî li ber derê mala xwe hat qetilkirin. Hat zanîn ku Fahrettin li ber mala xwe bi 3 guleyan hatiye qetilkirin. Di buyerê de welatiyek navê wî nehat zanîn birîndar bû û 3 welatî jî hatin binçav kirin.

Cenazê Fahrettin Budak ê bavê 3 zarokên temenê wan 4, 6 û 8 salîye, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiya Lêkolînê ya Amedê.

İnfaza welatiyê Hafzullah Dogan teqez bû

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 11'ê Tîrmehê de li hemberî Avahiya Hikûmetê seat di derdora 21.30'an de êrîşa bi roket û çekan pêk hatibû. Di encama êrîşê de yek jê bi giranî 3 polîs birîndar bûbûn û piştî bûyerê li ber nexweşxaneyê tîmên taybet êrîş li rojnamegeran kiribû û wan darp kiribûn. Walîtiya Mêrdînê rojek şunda têkildarî bûyerê de daxuyaniya, "Li hemberî Avahiya Hikûmetê êrîşa bi çek û roket pêk hatiye. Di heman demê de bersiva êrîşê hatiye dayîn. Di pevçûnê de endamekî rêxistina terorê bêbandor hatiye kirin" dabû. Lê Cenazeyê ji bo karên otopsiyê anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ji aliyê malbatê ve hat teşhîs kirin û derket holê ku kesê hatî qetilkirin Hafzullah Dogan ê 29 salî û bavê 3 zarokan e.

Malbata Hafzullah diyar kir ku zarokê wan hatiye înfaz kirin. Li gorî vegotinên endamên malbatê di dema êrîşa li hemberî avahiya hikûmetê ya li taxa Devrîm pêk hat tîmên taybet li nava kolanê derdor gulebaran kirine û Hafzullah jî bûye hedefa guleyên wan. Malbatê anî ziman ku Hafzullah ê ku birîndarbû xwe sipartiye baxçeya malekê lê tîmên taybet wî dîtine û înfaz kirine. Malbatê cenazeyê zarokê xwe li morgê teşhîs kir û dan zanîn ku li serê Hafzullah de şopa darpê û qontaxên çekan hebûye.

(zt/ch)