Komkujiya Srî Lankayê ya hemberî Tamîlê berdewam dike

12:00

JINHA

LONDON- Li Srî Lankayê ku bi desteka hêzên navneteweyî re têkoşîna gelê Tamîlê bi hovane hat eciqandin, pêkanînên îşkenceyê 'tevî bidawîbûna şer' dewam dike. Ji sedî 94 ê mirovên li vî welatî di navbera salên 2009-2013'an de îşkence li wan hat kirin, Tamîlî ne.

Li gorî rapora rêxistinê têkoşîna li dijî îşkenceyê ya bi navê Freedom from Torture, ku navenda wê li Londonê ye, îşkence û binpêkirina mafên mirovan ên li hemberî gelê Tamîlê yên li Srî Lankayê dewam dikin. Rêxistinê dosyayên 148 kesên di navbera salên 2009-2013'an de rastî îşkenceyê hatin lêkolîn kir û tespît kir ku ji sedî 94 ê van mirovan ji gelê Tamîlê ne.

Bi rêbazên cuda îşkence hatiye kirin

Li gorî raporê, li ser bedenê ji sedî 80 ê mirovên rastî îşkenceyê hatine, cihê şewata ji ber cixare yan jî metalekî hatiye sincirandin hatiye tespîtkirin. Ji sedî 71 ê van mirovan jî rastî êrîşa zayendÎ hatin. Li beşek ji van mirovan îşkenceya 'ceribandina fetisandinê' ya di nava avê de hatiye kirin. Beşek ji wan jî li cihên girtî û bi dûxan hatine hiştin.

Dîrektora Freedom from Torture Sonya Sceats ji Reutersê re got, "Tevî ku şerê navxweyî di sala 2009'an de qediyaye jî, îşkenceyên li Srî Lankayê her roj dewam dikin. Û xwe gihand heta roja îro."
Sonya da xuyakirin ku yek ji sê parên mirovên rastî îşkenceyê hatin beriya niha li Brîtanyayê dijiyan û piştî bidawîbûna şerê navxweyî li Srî Lankayê vegeriya bûn.

Serokwezîrê Srî Lankayê Ranîl Wîkremesînghe der barê rapora îşkenceyê de axivî û anî ziman ku ew li benda rapora mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî ne. Ranîl diyar kir ku ew ê nêrînên xwe yên li ser îşkenceyê piştî rapora Neteweyên Yekbûyî aşkera bike.

Neteweyên Yekbûyî li ser binpêkirina mafên mirovan ên ji sala 2009'an dema bidawîbûna şerê navxweyî heta roja îro amade dike û tê payîn ku di dema pêş de aşkera bike.


Komkujiya li hember Tamil Elamê û sivîlan didome

Şerê navxweyî yê di sala 1984'an de di navbera Pilingên Rizgariyê yên Tamîl Elam (LTTE) û artêşa Srî Lankayê de destpê kir, di sala 2009'an de bi qetilkirina lîderê gerîla Velûpîllaî Prabhakaran û bi hezaran gerîlayan re bi dawî bûbû. Di operasyonên artêşê yên navbera salên 2008-2009'an de ji 5 heta 7 hezar gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn. 20 hezar heta 50 hezar sivîl jî hatibûn qetilkirin.
LTTE di dema karesata Tsûnamî ya sala 2003'an de hêza xwe ya deryayî winda kiribû û piştre ji ber qutbûna ji xiyaneta navxweyî ya di nava gerîla de, li hemberî leşkerên artêşa Srî Lankayê winda kiribû.

Piştî sala 2009'an Serokdewlet Mahînda Rajapaksa polîtîkaya xwe ya şer dewam kiribû û bi deh hezaran mirov enterne kiribû.

Mahînda Rajapaksa di hilbijartinên meha Çileyê de neçar mabû wezîfeya xwe ya di sala 2005'an de bi dest xistibû dewr bike. Lê belê pêkane ku di hilbijartinên roja Yekşmê de Mahînda careke din bê ser desthilatdariyê.

(ch)