Li Nisêbînê teqîn çêbû, polîsan gel gulebaran kirin
12:09
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbinê ya Mêrdînê dema ku polîsan xendekên hatine kolan digirtin teqînek mezin derket holê. Di encama teqînê de 2 polîs birîndar bûn, tîmên tayîbet tax girt bin dorpêçê û bi ser malan de girtin.
Li taxa Abdulkadîr Paşa ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê polîsan saet di 05.30'an de xwestin xendekên ku hatine kolandin bigirin. Bi sedan polîs bi wesayîtên zirxî û kepçeyê ve ketin taxê. Polîsên ku ketin kolana Kanaryayê dema girtina xendekan teqînek çêbû. Di teqînê de du polîsên ku bi giranî birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Piştî teqînê tîmên taybet rasterast tax gulebaran kirin.
Tax di bin dorpêçê de ye
Piştî teqînê bi sedan polîs tax dorpêç kirin û li ber avahiyan sekvan hatin bicihkirin. Welatiyên taxê dorpêça polîsan bi dirûşmên "Qatil Erdogan" şermezar kirin. Piştî protestoya gel polîs bi çekan ve ketin nava kolanan û deriyên malan şikandin. Heta niha 3 welatî hatin binçavkirin.
Li cihê bûyerê polîs lêkolînê dike. Her wiha nûçegihanê DÎHA yê Bîlal Gundem jî rastî heqereta polîsên ku berê çekên xwe dan wî hat.
(zt/ch)