Jinên Hesekê tabûra xwe ya parastina cewherî ava dikin

12:28

JINHA

HESEKÊ - Jinên Hesekê amadekariya avakirina tabûra jinan a girêdayî hêzên parastina cewherî dikin.

Hêzên Cewherî li bajarê Hesekê di 19’ê Adara 2015’an de hate damezirandin û cihên xwe di nava hemû beşên civakî de pêk anîn, her wiha xwe di nava komîteyên komînan de jî birêxistin kirin. Hêzên Cewherî di hemû rewşan de li kêleka hêzên YPG/YPJ'ê û hêzên Asayîşê disekinin û erka wan a sereke parastina hemû tax, kolan û riyên sereke yên bajar in.

Piştî ku bajarê Hesekê di 24’ê Pûşberê de rastî êrîşa dijwar a komên çeteyan hat, bi hezaran welatî ji taxên başûrê bajar koçî taxên bakûr kirin, hêzên cewherî li bajar bi awayekî aktîf ketin nava liv û tevgerê û hemû kolan û taxên bajar parastin. Her wiha hêzên cewherî yên bajarê Hesekê hemû bendên kontrolê yên ketina bajar girtin, hêzên Asayîşê ber bi xetên pêş ve meşiyan.

Piştî ku hêzên YPG’ê dest bi hamaleya rizgarkirina bajar kirin, hêzên parastina cewherî yên Hesekê careke din hebûna xwe danîn holê û sîstema xwe ya li nav bajar û derve ava kirin. Jinan di nava hêzên cewherî yên bajarê Hesekê de roleke sereke lîstin û di her demê de wê beşdarî erka parastinê bibin.

Dê tabûra xwe ya xweser ava bikin

Endama Hêzên Parastina Cewherî ya bajarê Hesekê Emel Zeydî diyar kir ku jinên Hesekê amadekariya xwe dikin ku tabûra xwe ya hêzên cewherî ya taybet bi jinan ava bikin û got: “Gelek jin tevlî hêzên me dibin. Êdî civak fêmkiriye ku ger mirov bi xwe parastina hebûna xwe neke, dê bêparastin bimîne û têk biçe. Ji ber wê niha tevlîbûn zêde bûne û ji ber wê em amadekariyên avakirina tabûra xweser dikin.”

Emel da zanîn ku ew bi awayekî lebat (aktîf) di hamleya rizgarkirina Hesekê de cih girtine û axaftina xwe wiha dom kir: “Me ji roja ewil heta dawiya di hamleyê de cihê xwe yê parastina xetên dawî de girtin. Me di rojên hamleyê de parastina riyên ketin û derketina bajar dikirin. Niha jî xebatên me yên parastinê didome. Em rê nadin tu kes êrîşî herêmên me bikin û xebatên me bi hêzên asayişê re bi awayekî koordînekirî tê meşandin.”

‘Qeydên li ser jinan hatine şikandin’

Emel da xuya kirin ku jinên Rojava ji destpêka şoreşa Rojava heta niha bi awayekî lebat cihê xwe di nava hemû xebatan de girtin û wiha pê de çû: “Di hemû saziyan de jin pêşengiyê dike, di qada parastinê de jî cihê xwe yê çalak digire, bi vê yekê hemû qeydên li ser jinan û azadiyê wê hatiye şikandin.”

‘Werin tevlî hêzên parastinê bibin’

Emel di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên Rojava kir ku bi dilekî germ tevlîbûna xwe ya di nava hêzên parastina cewherî de bikin û parastina hemû destekftiyan bikin.

(rc/ch)