'Lawê min nan belav dikir bi 50 guleyan bedena wî perçe kirin'
13:07
Asya Tekin/JINHA
AGRÎ - Dayîkên 2 zarokên ku di cihê êzingdan ê firina li Giyadînê de hatin qetilkirin Orhan Aslan ê 16, Muhammet Aydemir ê 15 salî hatî qetilkirin hêrsa xwe ya li hember Erdogan wiha anîn ziman: "Bila xwedê vê êşê bide Erdogan jî ku zarokên me yên ji bo nan bînin malê dixebitîn qetilkirîn."
Du zarokên bi navê Orhan Aslan ê 16, Muhammet Aydemir ê 15 salî ku ji aliyê tîmên taybet ve hatin înfazkirin ji bo nan bînin mala xwe di firinek a li navçeya Giyadîn a Agiriyê de dixebitîn. Du zarokên ku ji serê sibê zu dest bi karê firinê dikin û heya derengiya şevê bi kêşana daran ji bo firinê diwestin dîmenên dawiyê yên di qemereya ewlehiyê de derketine, 2 zarok ji bo avêtina westana xwe li ser erebeya çar tekele ya nan runiştîne, dema ku wesayîta bi tîpê zirxî nêz dibe ew direvin. Piştî dîmenên dawiyê bedena zarokan bêcan di dargeha firinê de hatin dîtin.
Dema ku diya wan lêgeriyayî wan diyar kiribûn ku di dargeha firinê de ne
Dayîka zarokê hatî qetilkirin Muhammet Aydemir, Sevgul Aydemir diyar kir ku birayê Muhammet ê mezin ku li Dêrsimê leşkeriyê dike du roj berê teskera xwe girt, yê dinê jî dê îro biçe leşkeriyê. Sevgul da zanîn ku piştî şîvê cardin ji bo darkêşanê Muhammet çu firinê û axaftina wiha domand: "Şev piştî pevçûn derketin ez li kurê xwe geriyam, min pirsî li ku ye. Ji bo min got: 'Pevçun derket, me xwe di dargeha firinê de veşartiye. Dema ku navend bêdeng bû emê vegerin malê.' Ez jî fikirîm ku ew cîh bi ewleye û min jî ji bo wan got: 'Teqez ji wê dernekevin.' Min jî ku dizanî dê li wê qetil bikin. Tevahiya şevê ez li telefona wî geriyam lê venekir. Ez jî fikirîm ku di xew de mane. Serê sibê saet di 07.00'de hevalek Muhammet li derî xist û pirsa wî kir. Min jî got li dargeha firinê de ne. Paşê yek hat diyar kir ku 2 zarok di firinê de qetilkirine, her der di nava xwînê de ne."
'Bi 50 guleyan bedena lawê min ji hev parçe kirine'
Dayîka Muhammet Sevgul destnîşan kir ku lawê wê debara malbata xwe dikir û wiha dom kir: "Kurê min nan belav dikir. Carnan ji bo min digot: "Dayê firin rehete ezê şev li wê bimînim.' Min jî digot: 'Na kurê min mala te heye were mala xwe.' Bi 50 guleyan bedena lawê min ji hev perçe kirin. Lawê min ji pevçunê reviya xwe xelas kir, lê ket destê kujeran. Ez kujerên zaroka xwe dixwazim. Zaroka min li ku ye ez dixwazim. Ez zaroka xwe ne mirî, sax dixwazim. Ez çum min ji polîsan pirsî wan ez derxistim derve. Zaroka min çu dilê min şewitî, xweda canê wan jî bişewitîne."
'Ez dixwazim ku kezeba Erdogan jî bişewite'
Dayîka Orhan Aslan Behîce jî bi kurdî dilorîne û dibêje: "Erdogan kurê min qetil kir. Xweda vî agirî bixe mala Erdogan jî." Behice destnîşan kir ku herî dawî wê lawê xwe Orhan roja berê nîvro dîtiye û wiha axivî: "Şevê çuye gel xwişka xwe şîv xwariye û paşê cardin li vegeriyaye firnê. Dema ku dengê çekan hat min hîskir ku tiştek bi lawê min hatiye. Serê sibê zu ez beziyam derê firinê min dît kurê min di nava xwînê de maye. Ev êşa sar Tayyip Erdogan bi min da jiyandin. Ji bo sekinandina vê xwînê divê kezeba wî jî bişewite. Zaroka min ji xeynî derxistina nanê xwe zêdetir çî kiriye? Erdogan zarokên bêguneh qetil dike."
'Kincên gerila li zaroka min kirin û jê re gotin 'terorîst' te'
Behîce anî ziman ku dema ku kurê wê qetilkirin kincên gerila lêkirine û got: "Fayîkeyek (hırka) tenik ê sor li ser Orhan bû. Di dawiyê de jî bi wî fayîkî ve çû. Piştî qetilkirina wî kincên gerila li zaroka min kiribûn. Berpirsyarê hemû van pêkhateyan Erdogan e, ji ber vê jî ez dixwazim ku kezeba wî jî bişewite ku êşa me fêmbike. Çi ji zaroka ku li dû nanê xwe digere xwestin û qetil kirin? Bila xweda belaya xwe bide wan jî."
(zt/ch)