Hêza Azadiya Jinan hat avakirin
14:09
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - HAJ damezrandina xwe îlan kir û bal kişand ser her cure şîdet, cinayet û mêtingeriya dewlet û sermayeyê ya li hember jinan pêk tîne û aşkera kir ku ala îsyanê bilind kirine. Di peyamê de wiha hat gotin, "Em bang li tevayî jinan dikin ku qadên jiyanê bi hêza xwe azad bikin, tevlî şerekî bi rûmet ê li hember serweriya zilam piştevaniyê esas digire, hevgirtî û xwe ji serketinê re kilîd kiriye bibin, bi hemû jinên li her cihê jiyanê şer mezin bikin."
Hêza Azadiya Jinê (HAJ) bi peyamekê damezrandina xwe îlan kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Tirkiyeyê jin li kolanan tên qetilkirin, rastî cinayetên kar, tacîz-tecawizê tên û wiha hat gotin, "Berpirsyarê şerê li hember jinan bi daraz, polîs, hikûmetê aşkera AKP û Erdoganê bi sermayeya li ser navê wê desthilatdar e. Kesên qatilên jinan serbest berdidin, tecawizkaran di girtîgehan de xwedî dikin, jinên şoreşger di îşkenceyan re derbas dikin divê vê zanibin ku wê weke hêrsa gel û çîna karkeran di hêrsa jinan de jî bersiva xwe ya dîrokî bibînin.”
'Em ê xwina jinan li erdê nehêlin'
HAJ’ê got: "Çeteya DAIŞ’ê ya faşîst û paşverû ya kirine belaya serê gelên Rojhilata Navîn jî yek ji dijminên em li hember şerekî aktîf dimeşînin” û wiha dewam kir: “Wezîfeya me ya rojane, ev e ku hedefên li ser AKP-DAIŞ’ê lêhûr dibin bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan bên derbkirin. Şerê me tevayî sazî, taşeron, û aligirên xwe ve AKP-DAIŞ û hêzên paşverû-faşîst in. Qatilên jinan, tacîzkar û tecawizkar divê vê zanibin ku eger dewlet jî li pişt wan be wê rehet ranezin. Me barê bi rûmet ê hêzeke azadiyê ya layiqî Tanya, Ulrîke, Aynur, Zîlan, Bêrîtan, Arîn, Sîbel û bi sedan jinên li Rojava şehîd ketine hilgirtiye.
Hêza Azadiya Jinan di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: "Em bang li tevayî jinan dikin ku qadên jiyanê bi hêza xwe azad bikin, tevlî şerekî bi rûmet ê li hember serweriya zilam piştevaniyê esas digire, hevgirtî û xwe ji serketinê re kilîd kiriye bibin, bi hemû jinên li her cihê jiyanê şer mezin bikin."
(rc)