Zarok li kolana hîna xwîna bavê wan ziwan nebûye bê xeber dilîzin

14:25

JINHA

AMED - Cenazeyê bavê 3 zarokan Fahrettin Budak li Goristana Yenikoyê hat veşartin. Her 3 zarokên Fahrettin ên xebera wan ji tiştekê nîne li ser şopên xwîna bavê xwe dilîzin wiha ketin ber objektîfan.

Şevadin saet di 23.00'an de tîmên tayîbet Taxa Kaynartepe ya Rezan girtin bin çemberê û li her derê gule reşandin. Di dema gulebaranê de bavê 3 zarokan Fahrettin Budak ê 40 salî ji pişt û bedena xwe bi 3 guleyan hat înfaz kirin. Şopên xwîna Fahrettinê li ber derê mala xwe hat înfazkirin hîna dimîne. Zarokên Fahrettin ên ku xebera wan ji tiştekê tine ne, li ser xwîna bavê xwe cihê ku maye lîstokên xwe berdewam dikin.

Zarok ji her tiştî bê xeberin

Li gorî agahiyên ji cîranan hatî girtin hevsera Fahrettinê li ser ereba destan hemalî dikir Birgul Budak ker û lale. Dema ku hevsera Fahrettin li gel cenazê wî çu, li kolanê Havîna 4 salî, Abdullahê 6 salî û Yagmurê 8 salî ji her tiştî bê xeber li ser şopên xwîna bavê xwe yên li ber derî dilîzin.

'Bavê min niha li morgê ye'

Dema ku me ji zarokê mezin Yagmurê 8 salî pirsî bi ti awayî wate neda bûyerê û tenê gotina "Bavê min niha li morgê ye" dibêje. Yagmurê 8 salî ku li gel hevalên xwe di kolanê de dilîze dema ku me hewilda wêneyê wî bigirin gazî xwişk û birayên xwe kir, hatin li ser şopên xwîna bavê xwe wiha ketin ber objektîfên me.

Cenaze hat defin kirin

Fahrettin Budak ê şevadin di saet 23.00'an de li ber derê mala xwe hatî qetilkirin piştî karên nexweşxanê bi tevlîbûna hezaran kesan li gel Parlementerên HDP'ê yên Amedê rêveberên DBP û HDP'ê li Goristana Yenîkoyê hat veşartin.

(zt)