Komîngeha jinan hate vekirin
14:43
JINHA
EFRÎN - Endamên Komîna Şehîd Gulê Selmo ya jinan bi merasîmekê komîngeha xwe vekirin.
Komîna Şehîd Gulê Selmo ya xweser a jinan ya taxa Eşerfiyê ya herêma Efrînê bi merasîmêke ku bi dehan jinên taxê beşdar bûn komîngeha xwe vekirin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, rêvebera Komînê Zeyneb Ibrahîm axivî û vekirina komîngehê li jina pîroz kir û Zeyneb diyar kir ku, armanca vekirinê komingehê ew e ji bo komîn bi rêya navenda xwe ya komingehê rê li pêşiya jinan veke ku bibin xwedî îdareya û pirsgirêkên jinan werin çareser kirin.
Deriyê komîngehê ji aliyê endamên kominê ve hate vekirin. Merasim bi govend û diruşmeyan bi dawî bû.
(rc)