KJA: Divê dawî li operasonên siyasî û leşkerî bên
15:35
JINHA
AMED - KJA yê operasonên konsepta şerê tinekirinê, girtin û binçavkirin şermezar kir û got: "Em deshilatiyê vedixwînin berpirsiyariya wan a dîrokî ku berî 7'ê Hezîranê qismî be jî pêvajoya dîyalog û muzakereyan."
Girêdayî konsepta şerê tinekirinê û berdewamkirina operasonên siyasî Kongreya Jinên Azad (KJA) yê daxuyaniyek nivîskî weşand. KJA yê girêdayî konsepta şerê tinekirinê yê ku AKP dimeşîne daxuyaniya xwe wiha domand: "Li Kurdistanê operasonên hewayî û bejayî dane despêkirin. Li aliyê dinê şewata gundan, tinekirina xwezayê, înfazên bê pirs, girtin û binçavkirin dest bi sucên mirovahiyê kirine. Ji 25'a tîrmeha sala 2015'an heya niha bi hezaran kes bi keyîfî binçav kirine û girtine.
'Divê dawî li operasonan bê'
Serokomar û hikûmeta AKP’ê ya demkî ji bo bi serê xwe bibin desthilatdar amadekariyên welat ber bi hilbijartinên zû ve dibe, bi vî awayî jî dixwaze çavên derdorên muxalif jî bitirsîne û li xwe mikur tên ku wê operasyon berdewam bikin. Fikirîna ku bi binçavkirin û girtinan serwerî ser îradeya gel kirinê nîşan dide ku ji paşerojê ders nehatiye derxistin û nîşaneya ku hîna di nava heman xefletê de ne.”
KJA’yê ji bo tavilê avakirina şert û mercên bê pevçûniyê û veguherandina pêvajoya diyaloga qismî ya beriya 7’ê Hezîranê li muzakereyan, bang li desthilatdariya siyasî kir ku dawî li operasyonên leşkerî û siyasî bîne.
(zt)