'Ez ê ji bo dewleta ku birayê min qetil kiriye leşkerî nekim'
16:58
Asiye Tekin-Nişmiye Güler/JINHA
AGİRÎ - Birayê Muhammet Aydemir ê ligel Orhan Aslan re hat qetilkirin Yunus Aydemir wiha axivî: "Dema ku şer dest pê kir ez beziyam salona bîlardoyê. Wan jî xwe li cihek din veşartin. Dema ku ez hatim malê ew ne li mal bû, dema ku ez lê geriyam diyar kir ku ew başin, paşê jî êdî telefona xwe ranekir. Divê ez îro çubama leşkeriyê, lê ez ê ji bo vê dewleta ku birayê min û hevalê min qetilkirî leşkeriyê nekim. Dema ku ez biçim leşkeriyê bila êdî dawiya wê dewlet bifikire."
Em gihan kesê sêyem yê ku di dîmenên kamereyên ewlehiyê de herî dawî li gel Muhammet Aydemir ê 15 salî û Orhan Aslan ê 16 salî ku li navçeya Giyadîna Agiriyê di firinê de hatin qetilkirin. Birayê Muhammet Aydemir Yunus Aydemir da zanîn ku kesê di dîmenan de dixwiyê ewe û axaftina xwe wiha domand: "Ez rojekê di firinê de xebitîbûm, roja din ez ê biçuma leşkeriyê. Ji bo vê ez çûm firinê ku heqê xwe bigrim. Dema ku ez çum ber firinê Muhammet û Orhan li wê bûn. Min ji wan pirsî çima neçune malê. Dema ku ez li gel wan diaxivîm dengê şer û çekan hat, em ji wir reviyan. Orhan û Muhammet bi aliyekê ve ez jî ber bi salona bîlardo ve reviyam."
'Herî dawî ji min re qala kevokên xwe yên ku gelek jê hez dike kir'
Yunus anî ziman ku dema dengê çekan sekinî ew li gel kesên ku pê re bûn çun malê û wiha berdewam kir: "Dema ku ez ketim hindirê malê min pirsa Muhammet kir, gotin nehatiye. Ez lê geriyam, min pirsa wan kir ji min re gotin ' Em hê li cihê xwe veşartîne û rewşa me baş e.' Bi şev berî ez razim cardin li wan geriyam, dîsa gotin cihê em lê ne ewle ye. Paşê carek din geriyam lê êdî telefon ranekirin, ez fikirîm ku razane." Yunus hevdîtina bi birayê xwe re ya beriya bûyerê wiha vegot: "Herî dawî wêneyên kevokên xwe yên ku gelek jê hez dikir nîşanî min da. Ji kevokan pir hez dikir, lê ji ber dixebitî nedikarî li wan binêre. Ji ber wê jî kevokek wî miribû, wê demê gelek xemgîn bûbû. Wî kevokên xwe dabû lawê xaltiya min. Êdî birayê min li kevokan nanêre."
'Heger biçim leşkeriyê bila dawiya vê dewlet bifikire'
Yunus destnîşan kir ku divê îro ketibana ser rêya leşkeriyê û wiha dom kir: "Ez ê piştî vê saetê çawan leşkeriyê bikim? Wan birayê min û hevalê min qetil kirin. Muhammet û Orhan du zarokên gelek pak û kedkar bûn. Destpêkê her du zarok qetilkirin, paşê jî kincên gerila li wan kirin, çek dan destê wan û gotin 'teroristin.' Du zarokên ku berî du saetan jî ez li gel wan bûm çawa çek dane destê wan? Ez kujerên wan dixwazim. Piştî vê saetê naçim leşkeriyê. Parçeyek ji min birin, heger min bibin leşkeriyê êdî bila dawiya vê dewlet bifikire."
Hê girêdayî qirkirinê ji dewletê ti daxuyanî nehatiye dayin. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Parlementera HDP'ê ya Erzurumê Seher Akçinar, Parlementerê HDP'ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy, Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Mehmet Emin Adiyaman, heyeta ÎHD û nûnerên STO yê ji bo înfaza sivîlan û çalakiya mertalên zindî lêkolîn bike dê sibê biçin li Giyadîn û Agiriyê du rojan lêkolîn bikin û rapor amade bikin.
(zt/ ch)