Ji bo Zeynep Tekin mewlîd hat dayîn
17:56
JINHA
EDENE - Taziya ku li Edeneyê ji bo Şervana YPJ'ê Zeynep Tekin (Evîndar Botan) li Edeneyê hatî danîn bi dayîna mewlîdê bi dawî bû.
Ji bo Şervana YPJ'ê Zeynep Tekin (Evîndar Botan) a ku di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dayî û cenazê wê li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tê rawestandin li Taxa Daglioglu ya navçeya Seyhan a Edeneyê taziya hatî vedan sê rojin didome. Di roja dawiya taziyê de mewlîd hat dayîn. Di mewlîdê de HDP, KJA, MEYA-DER û endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê amade bûn. Mewlîda bi xwendina Qurana kerîm re destpêkirî bi xwendina duayan re berdewam kir. Paşê bavê Zeynep Nîmet Tekîn sipasiya welatiyên hatîn taziyê kir û diyar kir ku ji ber helwesta dewleta tirk hê cenazeyê keça xwe wernegirtine.
Nîmet got: "Ew heta ji bo miriyên me jî rêz nagirin. Desturê nadin em zarokên xwe li ser axa xwe bispêrin axê. Em vê rewşê napejirînin. Keça min şehîda gelê Kurd e. Bila serê gelê Kurd û Serok Apo sax be." Taziye bi dayîna xwarinê bi dawî bû.
(ch)