'Şoreşa Rojava berdewamiya têkoşîna rêheval Egîd e'

09:21

JINHA

QAMIŞLO - Fermandarê YPJ'ê Evîndar Denîz bi armanca salvegera damezrandina 15'ê Tebaxê nirxandin kir û fermandarê mezin Mahsum Korkmaz (Egîd) bîr anî û got, : "Şoreşa Rojava berdewamiya têkoşîna rêheval Egîd e."

Bi armanca salvegera damezrandina 15'ê Tebaxê Fermandara YPJ'ê Evîndar Denîz nirxandin derbarê rojê de kir û fermandarê mezin Mahsum Korkmaz (Egîd) bi bîr anî Evînda destnîşan kir ku bingeha şoreşa Rojava ji 15'ê Tebaxê ve hatiye avêtin û got, "Pêngava damezrandina 15'ê Tebaxê a ku berî 31 sal bi pêşengiya rêheval Egîd hatibû despêkirin, bingeha şoreşa Rojava ya îro avakir." Evîndar diyar kir ku di nava şert û mercên zehmet de pêngav hatiye despêkirin û got: "Dewleta Tirkiyê di salên borî de gelek tundî, îşkence û komkujî li hember gelê Kurd pêk anîbû. Hem li dijî çepgerên Tirk hem jî li dijî şoreşgerên Kurd êrîşên dijwar pêk anîn."

'Dewleta Tirkiyê armanc dikir bi êrîşan PKK'ê tasfiye bike'

Evîndar anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên hovane pêşî li têkoşîna gelê Kurd bigre û got: "Tirkiyê bi êrîşên tund, şewtandina gundan û qetlîaman xwestin vîna gelê Kurd bitepisînin û tune bikin. Lê li dijî wê pêngava 15'ê Tebaxê hat avêtin û ew roj di dîroka gelê Kurd de wek rojek vejînê tê pejrandin. Pêngava 15'ê Tebaxê tê wateya, li dijî desthilatdarî û siyasetê asîmlasyonê serî rakirin bû. Li dijî dewletê şerê çektarî îlan kirin bû. Çalakiyên Dîh û Şemzînan hem di dîroka tevgera azadî de hem jî di dîroka mirovahî de jî xwedî girîngiyek mezin e. Dewleta Tirkiyê armanc dikir ku bi êrîşên xwe yên hovane PKK'ê tasfiye bike. Lê her ku çû artêş mezin bû û ARGK'ê hat îlan kirin."

'Rêheval Egîd bi rih û felsefeya Rêber Apo mezin bû'

Evîndar got, "Kesayeta rêheval Egîd rihê Apocî ya demî bû. Di her warî de xwe ava kiribû. Bi zanistiyek mezin erkê xwe yê dîrokî bi cih anî. Bi saya têkoşîna heval Egît îro gelê Kurd li her qadê têkoşîn û rêxistina xwe berfireh kirine."

'Şoreşa Rojava berdewamiya têkoşîna rêheval Egîd e'

Evîndar qala girîngiya şoreşa Rojava kir û got: "Têkoşîna rêheval Egîd li Rojava didome. Pêngava damezrandina 15'ê Tebaxê ji bo her çar aliyê Kurdistanê bu bingehê têkoşînê û vîna azad. Bi rihê rêheval Egîd îro li Rojava şoreş pêk hat." Evîndar di dawiya gotina xwe de, bi armanca salvegera 15'ê Tebaxê li tevahî gelê Kurdistanê pîroz kir û got, "Rihê rêheval Egîd wê her li Kurdistanê bijî û zindî be. Hêzên HPG/YJA Star û YPG/YPJ'ê dê di bin siya têkoşîna heval Egîd de mezin bibin û serkeftina Kurdistanê bi dest bixin."

(rb/rc/ch)