Polîs li Sûrê provaya komkujiyê pêk tîne!

09:22

JINHA

AMED - Polîs ji duh êvarê ve taxa Lalebey a girêdayî navçeya Sûrê ye dorpêç kir û destê sibê jî bi wasiteyên zirxî kete nava taxê. Polîs li taxê bi mermiyên rastîn gulebaran dike,bombeyên sîs û ya destan bi kar tîne. Heta niha 3 kesên ku ji bo biçin karê xwe ji mala xwe derketin ji alî polîsan ve bi işkenceyê hatin binçavkirin. Pevçûn hê didome.

Taxa Lalebey a girêdayî navçeya Sûrê ye ji duh êvarê heta niha di bin dorpêça polîsan de ye. Polîs ketin û derketina taxê jî qedexe kiriye û derdora taxê de amadekariya şer dike. Helîkopterên polîsan heta serê sibê li ser taxê bû û destê sibê seat 04.00'an de polîs bi wesayitên zirxî kete nava taxê. Polîs xendekên ku gel ji bo parastina xwe kolandibû xwest bigre û bi mermiyên rastîn, bombeyên sîsê û ya destan êrîş pêk anî. Her wiha polîs bombeyek avêt trafoya ceyranê jî û trafo bi dengekî bilind teqiya. Li ser vê ceyrana taxê jî qut bû.

Polîs welatiyên ku ji bo biçin cihê karê xwe ji malê derdikevin ji bo girtina xendekan wek mertalên zindî bikar tîne. Hate zanîn ku polîs li ser hin siwanên malan de kesên sekvan bicîh kiriye û derdor gulebaran dikin. Brandayên ku ji bo parastinê di nava kuçeyan de hatiye dayin jî ji alî polîsan ve bi destê welatiyên bi navê Bozan E. yê wek mertalên zindî tê bikaranîn hate xistin. Polîs li taxê gefên ' Ji malê dernekevin' dike û çêran li gel dike.

Li hember êrîşên polîsan endamên YDGH û YDG-K'ê jî bi kolandina xendekan bersiv dide. Li heremê ku heta niha bi dehan bombeyên sîsê hatiye avêtin ciwan jî ji xendekên ku kolandine bersiv didin.

Li taxê heta niha 3 kesên ku ji bo çûyina cihê kar ji mala xwe derketibûn ji alî polîsan ve bi işkenceyan hatin binçavkirin. Polîsên ku bi gelek wesayitên zirxî ketin nava taxê, ketin û derketina taxê jî qedexe kirine. Welatî ji ber reşandina gulebarana polîsan nikarin ji mala xwe derbikevin. Polîsên ku di nava taxê de digere di heman demê de bombeyên sîs û gaz a îsotan diavêje ser welatiyan.

Hate zanin ku di pevçûnan de polîsek jî birîndar bûye.

(şa-bc/ch)