Welatiyên Farqînê li hember êrîşan di parastina cewherî de ne

11:26

JINHA

AMED - Welatiyên Farqînê li heber êrîşên polîsan du rojin li kolanan de xendekan dikolin û nobetê digirin. Polîs li bajêr hin avahiyan vala dikin tê de bi cîh dibin, di pevçunên şeva dinê ya heta serê sibê berdewam kirî de hate zanîn ku ciwanek navê wî nehat zanîn giran birîndar bû.

Piştî hikûmeta AKP'ê ya demî operasyonên leşkerî û qirkirina siyasî dan destpêkirin û li Kurdistanê înfaza welatiyên sivîl, îşkence û girtinan dest pê kir û pêkanînên ji salên 90'î wêdetir xistin dewreyê. Li hemberî van zext û komkujiyan gel dest bi parastina xwe ya cewherî kir. Weke gelek bajar û navçeyên Kurdistanê gelê navçeya Ferqînê ya Amedê jî li hemberî zext û komkujiyên dewletê dest bi parastina cewherî kir. Hêzên şerê taybet ên bi bangawaziya şer a AKP'ê dest bi terorê kirin li Farqînê bi heman awayî êrîş pêk tînin. Welatiyên li hemberî terora dewletê dest bi tevgerê kirin li taxên Tekel, Konak, Mescît û Selahattîn xendek kolandin û gel bi rojane taxên xwe diparêzin.

Li Farqînê berxwedan kolan kolan belav dibe û gel li taxan bi hêza xwe berxwedanê radiçîne. Li hemberî sekvanên li ser avahiyên bilind ên kolanên taxan dibîne hatin bicihkirin perde hatin kişandin û ev yek jî kolanên Kobanê tîne bîra mirov. Disa li ser dîwaran nivîsên "YPG", "YPJ" û "Kobanê" hatine nivîsandin û bi vê yekê weke Kobanê anîne Farqînê.

'Em li hember hemû cureyên êrîşan di daxwaza aştiyê de bi israr in'

Jina li taxa Tekelê piştgiriyê dide berxwedanê got, "Polîs ji xwîna zarokên me têr nabe" û wiha got: "Ligel hemû êrîşên li hemberî me pêk tên dîsa em bi israr dibêjin 'Aştî' Em naxwazin ne dayîkên gerîla û ne jî yên leşkeran bigirîn. Ji bo polîs li van taxan înfazan pêk neynin û xwînê nerêjin li kolanan in. Bila dayîkên polîs û leşkeran jî weke me têkoşînê bidin. Em ji cenazeyên gerîla, leşker û polîsan re weke hev digirîn. Polîs li jor bi destan îşaretan dikin û dibêjin 'em dê serê we jê bikin' Heke ev ciwan li kolanan nobetê negirin tu kes nikare li mala xwe rihet rûnê. Ji ber ku polîs dê her roj zextan pêk bînin. Dê me hemûyan qetil bikin. Her çiqas ew ji bo qetilkirina me bên em dê dîsa bêjin 'aşitî'"

Jinek din a di parastinê de jî wiha axivî: "Polîs ji xwîna zarokên me têr nabe. Ligel hemû êrîşên li hemberî me pêk tên dîsa em bi israr dibêjin 'Aştî' Em naxwazin ne dayîkên gerîla û ne jî yên leşkeran bigirîn. Ji bo polîs li van taxan înfazan pêk neynin û xwînê nerêjin li kolanan in. Bila dayîkên polîs û leşkeran jî weke me têkoşînê bikin."

(zt/ch)