Li kolanên Surê yên xendek neyî polîs derê malan dişkînin û welatiyan binçav dikin

11:44

JINHA

AMED - Li navçeya Sura Amedê ciwan li hemberî êrîşên polîsan bi parastina xwe ya cewherî li ber xwe didin. Polîs bi ser malên li kolanên xendek neyî de digirin û welatiyan binçav dikin. Heya niha di serdegirtinan de 9 welatî girtin binçavan. Ji serê sibê heya niha hijmara yên hatin binçavkirin gihişt 15 kesan.

Li Taxa Lalebey a Sura Amedê welatî li hember êrîşên polîsan bi hêza xwe ya parastina cewherî li ser xendekên ku kolane li ber xwe didin. Kolanên ku xendek nîne polîs ser malan de digirin û welatiyan binçav dikin. Heya niha 9 welatî ji malê wan derxistine bi lêdanê girtine binçavan. Di saetên serê sibê de 5 welatiyên ji malên xwe derketin ji bo biçin kar bi lêdan û îskencê girtin binçavan. Çembera tîmên tayîbet û sekvanan li dota Taxa Lalebeyê berdewam dike. Dema ku polîs dixwazin bikevin taxê rastî berxwedana ciwanan tên, li taxê rageşî berdewam dike.

Li aliyê dinê heyeta ku ji Parlementerên HDP'ê Nursel Aydogan, Sibel Yigitalp, Çaglar Dermirel li gel hevserokên navendên DBP û HDP'ê yên bajêr pêktên çun taxa Lalebeyê. Di ketina taxê de heyet ji aliyê polîsan ve bi hincentên weke 'êxbara bombe heye' hatin asteng kirin û vegerandin Meclisa Taxê ya Lalebeyê. Libendêmayîna heyetê di meclisê de berdewam dike. Berî heyet bigihin Meclisê Mehmet Durun yê ku di meclisê de bekçî bû hat binçavkirin.

Hat zanîn ku li Taxa Lalebeyê hijmara binçavkirinan gihişt 15 kesan, hîna heyet û welatî li benda ketina taxêne.

(zt)