Li ser rêya Îpekyolu ya Silopî wesayita bi bombe hate dîtin!

12:01

JINHA

ŞIRNEX - Wesayîta bi pilaqa Enqerê ya li ser rêya Îpekyolu ya Silopî hatibû parqkirin ji alî welatiyan vê hate ferqkirin. Welatiyan anî ziman ku ligel agahî jî hatiye dayin tu mudaxale nehatiye kirin. Her wiha welatiyan ji bo tu kes nêzî wesayîtê nebin gel hişyar dikin ku talukeya teqandina wesayitê heye.

Welatiyên ji bo wesayîta bi guman a bi pîlaqa 06 RGZ 75 Wolksvagen a li Taxa Cumhuriyetê, ser rêya herî ya Îpekyolu hatî parq kirin diyar kirin ku agahî dane polîs û leşkeran. Dema ku kes nehatin cihê bûyerê welatiyan li wesayîtê nêrîn û dîtin ku hindirê wê tijî madeyên teqînê ne, wêneyê wesayitê kişandin û gel hişyar kirin. Wesayîta bombeyî yek kilometre nêzî tabûra tankêye û leşkerî tenê derdora tabûrê de ewlehî girtiye. Li gor agahiyan hate zanîn ku polîs û leşker îstîhbarata wesayitek bi bombeyî girtine lê heta niha tu mudaxale li wesayita bombekirî nehatiye kirin û welatiyên heremê li derdora wesayitê disekinin. Welatî bi xwe ewlehiya xwe digirin lê talûkeya teqandina wesayîtê heye.

(ma-be/zt/ch)