Li Stenbolê zarokek rastî îstismara zayendî hat
12:07
JINHA
STENBOL - Li Stenbolê ajovanê bi navê Erdem K. êrîşa zayendî ser zaroka bi navê D. R. ya 16 salî kir. Erdem K, li ser vê bûyerê hate girtin û şandin girtîgehê.
Li Stenbolê zaroka 16 salî D. R dema ku ji sîteya Eyup derket û xwest biçe gel hevalên xwe dema ku li rawestgeha minubusan a Îstasyona Sanayi ya Metro yê disekinî ji alî ajokarê minibûsê Erdem K. ve rastî îstismara zayendî hat. Li gor agahayian Erdem K, bi zora kêrkirinê D.R ber bi daristana Arena ya Turk Telekomê ve bir û tecawîzî wê kir. Dema ku D. qala tiştên jiyan kirî kir, kesên di ewlehiya sîtê de Erdem K girtin û teslîmî polîsan kirin. Êrîşkar piştî îfade girtinê hatin girtin û şandin girtîgehê.
(zt/ch)