'Cewherê 15'ê Tebaxê ronesans û şoreşa jinê ye'
12:10
JINHA
STENBOL - Di ser pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an ku PKK'ê dest bi şerê çekdarî kir re 31 sal derbas bûn. Piştî vê pêngava şerê cekdarî gelê kurd vê rojê wekî "Cejna Raperînê" pîroz dike. Jin jî 15'ê Tebaxê wekî şoreş û ronesansa jinên dibînin.
Hêza Rizgariya Kurdistan (HRK) ku milê leşkerî yê PKK'ê ye, di 15'ê Tebaxa 1984'an de li navçeya Dihê ya Sêrtê bi çalakiyek dîrokî pêngava şerê çekdarî da destpêkirin. Çalakiya çekdarî ku di pêşengiya pêşêngê PKK'ê Mahsun Korkmaz (Egît) de hat destpêkirin, li hemû Tirkiye û Cîhanê deng veda. Hemû gelê navçeya Dihê bû şahidê vê çalakiyê. Piştî vê çalakiyê rayedarên hikûmetê û Artêşa Tirkiyeyê her roj gotin em dê piştî çend mehan koka wan bikolin. Lê îro li her derê Kurdistanê belav bûne û çalakiyên bi hêz pêk tînin. Piştî vê çalakiya dîrokî gelê kurd 15'ê Tebaxê ji bo xwe wekî "Cejna Vejînê" qebûl dikin û her sal pîroz dikin. Di ser vê çalakiya 15'ê tebaxê ku li Dihê pêk hat re 31 sal derbas bûn. Sal bi sal ev çalakî belav bû û mezin bû. Yek ji kesên bûn şahidê çalakya 15'ê Tebaxê Arif Beştaş e. Arif, diyar kir ku ew li kahwexaneyê rûniştibûn û bi lîstikê dilîstin û wiha got: "Saet 21.30 bû. Dengê çekan hat. Piştî dengê çekan 4 kes hatin kahwexaneya me. Kesên hatin gotin 'Netirsin! Kesên li kahwê dema kesên çekdar dîtin xwestin belav bibin. Em 3 kes li cihê xwe man. Em pir matmayî man. Kesên hatin gotin 'Em ji bo we têdikoşin û têkoşînek nû didin destpêkirin. Em ji koletiyê re dibêjin êdî bes e. Em ji bo welatê xwe û axa xwe şoreşê didin destpêkirin. Ji bo gelê me êdî azad bijî em hatin vir.'
Piştî pêngava 15'ê Tebaxê riya çiyê û riya şer li pêşiya jina kurd jî vebû. Jin kurd jî piştî vê pêngavê tev li şer bû û di nava refê şer de cihê xwe girt. Jina kurd xwe di nava têkoşîna PKK'ê de bi cih kir û di nava têkoşîna azadiya gelê kurd de cihê xwe girt. Piştî jina kurd di nava milê leşkerî ya PKK'ê de cihê xwe girt artêya xwe ava kir û niha ji aliyê jinên kurd û cîhanê ve bi baldarî tê şopandin û qebûlkirin. Endama Kordînasyona Koma Jinên Kürdistan (KJK) Elif Ronahî, diyar kir ku 15'ê Tebaxê jinên kurd kir xwedî rêxistin, zenebûn û baweriya wê xurttir kir. Elîf, anî ziman ku êdî jina kurd xwe di nava têkoşîna PKK'ê de dît û li vir ber bi azadîbûnê ve gav avêt û wiha got: "Pêngava 15'ê tebaxê bû sedem ku jin hişyar, zane, bi cesaret û rêxistin bibin. Bu sedem ku tev li refên gerîlla bibin. Berê tevlêbûna gerîlla pir kêm bû. Piştî vê pêngavê bi hezaran jin tev li refên gerîlla bû. Ev hem ji bo jina kurd û hem jî ji bo gelê kurd bû pêngavek pir wadetar û dîrokî. Jina kurd heta 15'ê Tebaxê di nava çar dîwarên malê de asê mabû. Piştî pêngava 15'ê tebaxê jina kurd xwe ji nava çar dîwaran rizgar kir."
Endama Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Sozdar Avesta jî destnîşan kir ku mirov dikare bi kurtasî bêje 15'ê Tebaxê ronesans û şoreşa jinê ye û wiha got: "Gelek jinên cîhanê di nava têkoşîna gerîlla de cih girtiye. Lê heta niha tenê jinên kurd di nava PKK'ê de artêşa xweser ava kirine. Ev tenê aydî jina kurd e. Vê yekê bawerî, cesaret, hêz, ruhê têkoşînê û vînek pir xurt daye jina kurd. Jina kurd bi vê têkoşînê hemû tirsa li ser wê hatibû avakirin şikand. Artêşa jina kurd ku di sala 1990'an de dest pê kir, bingeh û heyvanê xwe ji pêngava 15'ê tebaxê wergirtiye. Em wekî jina kurd vê pêngavê tenêwekî têkoşîna çekdarî nagirin dest. Pir alî ye."
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir jî, anî ziman ku pêngava 15'ê Tebaxê ji bo jina kurd bûye pêngava zindîbûn, ajbûn, raperîn û xwe-avakirinê û wiha got: "Jina kurd a gundî di temenê xwe yê ciwan de bi ruhê 15'ê Tebaxê tev li têkoşînê bû. Piştî tev li têkoşîna azadiyê bû heta niha îmze avêt bin gelek pêngavên mezin. Di têkoşîn û şoreşa Rojava de de jinan rol û erka xwe nîşanî hemû cîhanê da. Ruhê xwe yê fedayî nîşanî hemû cîhanê da. Çalakiya Arîn Mîrxan a fedaî ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê, çonga çeteyan şikand. Qidûmê wan qetand. Niha jî têkoşîna jina kurd di serî de li dijî çeteyên DAIŞ'ê û li hemberî hemû hêzên ku dixwazen gelan bidin eciqandin, bi ruhê 15'ê Tebaxê têkoşîna xwe berdewam dikin."
(mae/ch)