Jinên Wanê: Ger wiha berdewam bike ji bo parstina zarokên xwe emê şer bikin
13:35
JINHA
WAN - Ji jinên Wanê Sitiye Kaval balkişand ser konsepta şerê AKP'ê yê tinekirinê û got: "Ger wiha berdewambike dê jin jî parastina xwe ya cewherî bikin û çekan hilgirin. Dê di şerê hatî despêkirin de jin jî cîh girgirin û li gel zarokên xwe emê jî li eniyan şer bikin."
Ji ber nîqaşên ser koalisyonê bê encam man ji nû ve hilbijartin ket rojevê. Jinên HDP'ê diyar kirin ku dê ji hilbijartina 7'ê Hezîranê zêdetir bixebitin û ji bo avakirina aştiyê her tiştî bikin. Rêveberên HDP'ê dan zanîn ku dê li hember operason û tindiyên piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê despê kirine banga aştiyê nû bikin û bi wî awayî amadekariyên hilbijartina nû bikin. Hevseroka Navenda HDP'a Wanê Deriya Hayva got: "Em bi hemû rêxistinbûna xwe ve ji bo hilbijartinên nû amadene. Qirkirinên sivîlan neserkeftina AKP'ê nîşan dide. Vî gel îdi hilbijartinên 7'ê Hezîranê de vîna xwe xebitandin, lê li ber çavan nehat girtin, ji ber wê jî dê hîn zêdetir li vîna xwe xwedî derkevin."
'Emê hîn zêdetir bi hêz bên û bixebitin'
Deriya wiha berdewam kir: "Em ji bo hilbijartina derbasbûyî çawan xebitîn niha jî bi heman şêweyî emê bixebitin. Dê cardin xebatên jinan xweserbin û bi vîna xwe tevger bikin. Her roj jin zêdetir bihişmendî dibin. Em hîn zêdetir bihêz bixebitin. Em di ferqa kirinên xwedenin û em wê dizanin. Em dîrokê di van xalan de baş dixwînin. Ji ber wê jî emê jin hîn baştir di hilbijartinan de vîna xwe ya azad derxînin holê. Armancên me diyarin û her roja diçe baweriya me hîn mezin dibe. Ji ber wê jî emê zêdetir bixebitin."
'Divê jin rondikên çavê xwe pak bikin û dakevin qadan'
Ji Rêveberên HDP'ê Şukran Şen jî destnîşan kir ku di şeran de herî zêde jin bandor dibin ji bo wê jî bi şêwirmendiya jinan ev şer dê bê rawestandin û wiha domand: "Emê rondikên çavê xwe pak bikin û girêdayî biriyara xwe bimînin. Wekedinê dê ev operasonên qirkirinê berdewam bikin. Banga min hem ji bo hilbijartina ji nû ve bê kirin û hem jî ji bo sekinandina qirkirinên ser gelê kurd berdewam dikin ew jin bi vînek mezin tevlî pêvajoyê bibin."
Rêbebera HDP'ê Perihan Dosgul jî anî ziman ku di şeran de herî zêde jin bandor dibin herî zêde jî jin şatiyê avadikin û got: "Emê zêdetir vîna xwe derxin holê."
'Dê jin jî çekan bigirin'
Rêvebera HDP'ê Sitiye Kaval jî wiha axivî: "Em qetilkirina zarokên xwe nikarin rakin. Mafê dewletê nîne zarokên me qetilbikin. Em dixwazin di nava aramiyê de bijîn, lê destura vê nadin. Di şerê dane despêkirin de gelek kesan jiyana xwe jidest dan. Ger wiha berdewambike dê jin jî parastina xwe ya cewherî bikin û çekan hilgirin. Dê di şerê hatî despêkirin de jin jî cîh girgirin û li gel zarokên xwe emê jî li eniyan şer bikin. Em li mafê xwe yê zagonî û siyasî digerin. Vîna me ya ji sindoqan derketî tine hesibandin, talebên me yên ji bo aştiyê red kirin, lê emê her dem ji beriya şer sekna xwe ya ji bo aştiyê berdewam bikin."
(zt)