Çaglar Demirel: Berdin bila gel bi xwe xwe rêve bibin ev kin ji bo çiye?
15:01
JINHA
AMED - Ji duh êvarî heya niha polîs bi guleyên rastî êrîşî Sura ku rêveberiya xwe ya cewherî avakirî. Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel a ku çu Taxa Lalebey a ku herî zêde têde êrîş hene ziyaret kir û li cihê bûyerê lêkolîn kir û got: "Berdin bila gel xwe bi xwe rêve bibin ev kîn ji bo çiye? Carekdinê jî derket holê ku
Li taxa Lalebey a navçeya Sura Amedê welatiyên ku li dijî êrîşên dewletê rêveberiya cewherî îlan kirin û li tax xendek kolandin. Polîsên ji duh êvarî ve tax bi wesayîtên zirxî dorpêçkirin serê sibê saet di 05.00'an de ji bo xendekan bigirin bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan erîşê ciwanan kirin. Polîs li kolanên xendek lê tuneyî keta nava tax û deriyê malan şkandin û bi ser malan de girtin. Piştî erîşa polîsan heyat di nav de parlementerên HDP'ê yên Amedê Çaglar Demîrel, Nusel Aydogan û Edîp Berk, Hevserokê DBP'ê ya Amedê Alî Şîmşek, Hevserokê HDP'ê ya Amedê Omer Onen, hevşaredarên navçeyan û gelek nûnerên DBP û HDP'ê hene hatin taxa Lalebe yê. Heyet li cihê buyerên lêkolîn kirin û piştre daxuyanî da çapemeniyê.
Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Amedê Alî Şîmşek li ser navê heyetê axivî û diyar kir ku serê sibê erîşa polîsan a li navçeya Surê êrîş li ciwanan kir û wiha got: "Em ji bo erîşên polîsan hatin li vir. Me li cihê buyerê lêkolîn kirin. Li vir şerek mezin qewimî ye. Hemû navçeya Surê hatiye gulebarankirin. Polîsan êrîş li malan kir û li vê derê jî deriyê malan şikandin e. Em van erîşê qebul nakin û em wan şermezar dikin. Heke ev erîş berdewam bikin gelê me jî deng nemîne."
Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel jî anî ziman ku polîsan bi êrîşên li vir pêk tîne dixwaze gel bitirsîne û wiha axivî: "Polîsan li vir sîvil qetil dike û dixwazin li vir malên welatiya xirab bike. Em vê yekê qebul nakin. Gelê me jî operasyonên polîsan qebul nake. Gelê me polîsên ku dikeve malê wan û êrîşan wan dikin naxwazin. Berdin heger gel bi xwe dixwazin xwe rêve bibin bila xwe rêvebibin. Em jî li vêderê li gel gelin. Em zincîra tirsê ya ku we li dora gelê me çêkiriye na pejirînin. Gel talebên xwe yên demokratîk tînin ziman, divê kes li hember vê astengiyan çêneke."
(zt)