'Li Agirî polîtîkaya şerê tayîbet hedef girtine'
15:16
JINHA
AGIRÎ - Heyeta HDP û KCD'ê ji bo qatlîama li Giyadînê pêk hat lêkolîn bike hate Agiriyê. Li ser navê heyetê Salma Irmak axivî û wiha got: "Li vir qeneata me ew e ku tiştên tarî pêk hatiye. Înfazkirina zarok û sivîlan bi van navendên tarî re têkîldar e."
Heyeta KCD û HDP'ê ya ku ji Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Parlamenterên HDP'ê Hişyar Ozsoy, Mehmet Emîn Adiyaman, Seher Akçinar Bayar pêk tê ji bo qatlîama li navçeya Giyadînê ya Agiriyê lêkolîn bike hate bajar. Parlamenterên Agiriyê û Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik jî tevli heyetê bûn piştî lêkolînan li ser navê heyetê Selma Irmak axivî û diyar kir ku dewlet li hin bajaran pêkanînên taybet dike û yek ji van jî Agirî ye. Selma got ku beriya du rojan li vir înfazek pêk hatiye û wiha axivî: "Zarokên li ber firinê bi hovane hatin qetilkirin. û xwestin li ser vî qatlîamê bigirin. Li her derê pêkanînên kêfî hene. Li hin bajaran pêkanînên taybet tên kirin. Agirî yek ji van e. Qeneata me ew e li vir tiştên tarî pêk tê. Têkîliya van navendên tarî bi îfaza van zarokan re heye."
Selma destnîşan kir ku bêyî ku lêkolîn bê kirin rakirina cenazeyan û şandina Erziromê gumanên wan zêde dike, ew ê wekî heyet lêkolîn bikin û bi rayedaran re hevdîtinan pêk bînin, piştre jî raporê amade bikin, bi gel re parve bikin.
(zt)