Girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kirin
17:06
JINHA
AMED - Girtiyên PKK û PAJK'iyên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bikin, cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê bidin malbatan û li hemberî operasyonên qirkirina siyasî dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.
DIYAR TUHAD-DER'ê têkildarî çalakiya girava birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê yên li sînor tên astengkirin dan destpêkirin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementerên HDP'ê Ziya Pîr, Çaglar Demîrel, hevşaredar, hevserokên DBP û HDP'ê, Meclîsên Dayîkên Aştiyê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan rabikin. Cenazeyên şehîdên Kobanê yên YPJ û YPG'ê bidin malbatan" hat vekirin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana zîndana" û "Zext me bêzar nakin"
Berî daxuyaniyê Parlementera HDP'ê Çaglar Demîrel diyar kir ku AKP'ê polîtîkayên şer xistin dewreyê û divê demildest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê pêk tê bê rakirin û cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan bidin malbatan.
Rêveberê DİYAR TUHAD-DER'ê Nîmettullah Yurek jî balkişand ser pêvajoya ji aliyê Ocalan ve hat destpêkirin û wiha got: "Divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan pêk tê bê rakirin. Êrîşên li hemberî Heremên Parastina Medya, komkujiyên li hemberî gel pêk tên û operasyonên siyasî bi dawî bibin. Hikûmeta AKP'ê ya demî ji ber ku bi tena serê xwe nebû hikûmet û Serokomar Erdogan welat ber bi şer ve birin. Ligel vê yekê cenazeyên YPG û YPJ'ê nadin malbatan û 6 şervanên YPG'ê yên birîndar teslîmî çeteyên El Nusra kirin."
Nîmettullah anî ziman ku girtiyên PKK û PAJK'î yên di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de ji bo tecrîda li ser Ocalan pêk tê bê rakirin, cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê teslîmî malbatan bikin bi rihê 15'ê tebaxê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.
(zt)