Li ser rêya İpekyoluyê wesayîta bombabarkirî teqina

17:37

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopî wesayîta bombebarkirî piştî bi saetan ji aliyê leşkeran ve hate îmhakirin. Di teqînê de ziyana can çênebû.

Wesayîta ku bombe têde bû û li serê sibê heya niha ku di navbera taxa Avaşîn û bajaroka Tilqebîn-Wehsit li ser Rêya Îpekê hatibû rawestandin ji aliyê leşkerên Fermandariya Cendermeyan ên Silopî ve hat îmhakirin. Ji serê sibê heya niha bêyî ku leşker an jî polîs li derdorê wesayîtê ewlehiyê bigirin welatiyan li derdora wesayîtê ewlehi girtin û heya saet derdora 16.00'an leşker bi maşîneyên zirxî hatin cihê wesayît.

Piştî ku leşkeran derdor vale kirin û rê li hatin û çûnê girtin ji dûr ve wesayît dan ber guleyan û bi vî awayî wesayît îmha kirin. Bombeyên di wesayîtê de bi hêz û dengek bilind teqiya. Piştî teqînê derdora wesayîtê agir pê ket û ji aliyê tîmên agirkuj ên Şaredariya Silopî ve hat vemirandin. Ji ber teqandina wesayîtê cam û dîwarên xaniyên zirar dîtin û piştî teqînê leşkeran li derdorê lêkolîn pêk anîn.

(ma-be/zt)