Li Silopiya coş û kelecana pîrozbahiya 15’ê Tebaxê
08:22
JINHA
ŞIRNEX – Li Silopiya ya ku di demên dawî de rastî êrîş û terora polîsên tirk hatibû 15’ê Tebaxê bi coş hat pîrozkirin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ku di demên dawî de rastî êrîş û terora polîsên tirk hatibû 15’ê tebaxê bi coş û kelecan hat pîrozkirin. Li taxên Zap, Cûdî û Nûh ku ji bo parastina ji êrîşên polîsan xendek lê hatine vekirin bi sedan welatî hatin cem hev û pîrozbahî pêk anîn. Beriya ku li taxa Zapê pîrozbahî pêk werin ciwanan ji bo ewlehiyê serê kolanên ku tên qada pîrozbahiyê girtin. Dîsa ciwanan meşeke bi meşaleyî pêk anîn û di pêşiya meşê de alên KCK’ê û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan hatin hilgirtin. Piştî meşê sînevîzyon hat pêşkêşkirin.
Li taxên Cûdî û Nûh jî welatiyan li ber stranan goveng gerandin. Li taxa Nuh coşa pîrozbahiyên 15’ê texabê bi avêtina fîşekên hewayî derket asta herî jor. Li taxa Cûdî jî bi sedan welatî hatin cem hev û alên KCK’ê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Fermandarê PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd) û pankartên; “Bi rihê 15’ê Tebaxê em dê bajarên xwe rêve bibin û Serokê xwe azad bikin” û “Weke bi rihê 15’ê Tebaxê me li Kobanê berxwedayî em dê li Silopî jî li ber xwe bidin” li qadê hatin daliqandin.
Pîrozbahiyên li Silopî heya derengiya şevê bi govenda li ber stranên komên herêmî bi dawî bûn.
(ma-be/zt)