Gelê Farqînê reda otorîteya dewletê îlan kirin

10:16

Cahîde Harputlu- Rozerîn Tekîn/JINHA

AMED - Li navçeya Farqînê jî gel xweseriya xwe îlan kirin û diyar kirin ku êdî otorîteya dewletê napejirînin û roj roja xwebirêvebirina gel e. Hevseroka DBP'ê ya navçeya Farqînê Aynûr Sûme jî anî ziman ku ew ji biryara xwebirêvebirina gel pir kêfxweş in û got: ''Gele Kurd niha dixwaze di jiyana xwe de xweseriya demokratik ava bike, lê îro dewlet nahêle ku gelê Kurd jiyanek xweser bijî.''

Li navçeya Farqîna Amedê duh bi pêşengtiya meclîsa gel xweseriya demokratik hat îlankirin. Navçeya Farqînê ya 4 roje pevçûn pêk tê û polis amadekariya êrîşek berfireh dike car carna di kolanan de pevçûn derdikeve. Ciwanên navçeyê jî ji bo parastina taxên xwe dest bi kolana xendekan kirin. Niha li gelek taxên navçeyê xendek tên kolan û ciwan li hember êrîşên polis û leşkeran amadekariyên xweparastinê dikin. Der barê bûyeran û îlankirina xweseriya demokratik de Hevseroka DBP'a navçeyê Aynûr Sûme û niştecihên Farqînê axivîn û diyar kirin ku êdî otorîteya dewletê napejirînin, roj roja xwe birêvebirina gel e. Aynûr Sûme da zanîn ku bîr û baweriya gele Kurd ya hemberî xweseriya demokratik êdî pêş ketiye û got: ''Gele Kurd niha dixwaze di jiyana xwe de xweseriya demokratik ava bike, lê îro dewlet nahêle ku gele Kurd jiyanek xweser bijî. ''

'Xweseriya demokratik di jiyana me da cîh girtiye'

Aynûr da xuya kirin ku xweseriya demokratik bi salane li Farqînê hatiye avakirin û wiha pê de çû. ''Bi salane ev sîstem di nava jiyana me de cîh girtiye. Divê em vê pergala xweser bi gelê xwe jî baş bidin fêmkirin.'' Aynûr bal kişand rewşa li Farqînê tê jiyandin û diyar kir ku ew ji biryara xwebirêvebirina gel pir bi kêfxweş in û axaftina xwe wiha domand: ''Em dikarin bejin ku serkeftin û berxwedana Farqînê berxwedana gele Kurd e û dê bibe serkeftina gele Kurd jî. Îro 4 roj e li Farqînê ev berxwedan tê dayîn û em bawerin ku dê encam jî were girtin. Lewre hemû gel, bi ciwan û zarokan, bi jin û extiyaran xwedî li vê berxwedanê derdikevin, lê ev ne bes e, divê hemû gele Kurdîstanê xwedî li vê berxwedanê derkeve. Lewre dema ev berxwedan biserkeve azadiya Serokatî jî dê pêk were.''

Aynûr di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku baweriya wan bi dewletê nemaye û got: ''Gotinê dewletê ku dibêjin 'Em naxwazin kuştin pêk were, gel zirarê bibine' em bawer nakin. Em dizanin ku rê bibinin dê êrîş li ser gel de bînin. Bi taybetî jî ciwanan hedef digrin. Bi salane dewlet bi van gotinan Kurdan dixapîne û pêkutiyan li ser Kurdan pêk tînin. Êdî em van dûrûtiyên dewletê dizanin û baweriya xwe bi wan naynin.''

'Ne tenê li Farqînê li çar aliyê Kurdistanê raperîne'

Welatiya bi navê Hulya Biçem jî anî ziman ku baweriya wan bi dewletê nemaye û diyar kir ku heta niha ji alî dewletê ve tû gavavêtinek erênî pêk nehatiye û wiha domand: '' Ez bawerim ku ev pêvajo bi serkeftina gel dê bi encam bibe û heta serokê me jî azad nebe em ê ji kolanan danekevin. '' Hûlya bal kişand girîngiya bîr û baweriya têkoşîna gel û wiha berdewam kir: ''Dema bi vê têkoşînê bawerî hebe dê pêşketin jî pêk were. Niha ne tenê li Farqînê, li çar perçê Kurdîstanê germahiyek heye. Ji alî gel de jî, çalakvanan de jî ev germahî û hevgirtin tê xuya kirin. Em êdî dixwazin xwe bi rê ve bibin. Em erka dewletê qebûl nakin. Ev sê rojin jî dîyar bû ku gel êdî biryara xwe daye û divê daxwaza xweseriya gel were pejirandin.''

Dayika bi navê Hamdîye Bîlgîç jî derbarê pêvajoya li Farqînê tê jiyandin de axivî û bang li hemû dayikan kir ku deste xwe bidin hev du û li hember şer rawestin. Dayika Hamdiye axaftina xwe wiha domand: ''Dayikên hemû cîhanê heman in. Lewre di xwezaya jinê de aşitî heye ku bawerim hemû dayik jî aşitiyê dixwazin. Bila dayikên Tirk jî deste xwe bidin hev û li hember şer têbikoşin, lewre em tev sonda êşa dil dikişinin. Hemû dayik bi êşên.''

Nişteciha taxa Azîzoglu ya cihê herî zede pevçûn lê diqewime Fatma Kaygun jiyandindên xwe yên vê şerê 40 salî de bi çend peyvan vegot û wiha axivî: ''Em hemû gelê Kurd bi salane bedel didin. Niha jî 3 tene girtiyên min hene, du jê li Amedê ne, yek jî li Edenê ye. Êrîşên dewletê her tim li ser me ye. '' Dayika Fatma daxwaziya xwe ya çareseriyê jî anî ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Bila êdî kuştin çênebe, kezebê dayikan pir şewitî, Erdogan got em ê vê pirsgirêkê çareser bikin lê tû tiştek nekirin. Bawerim ew jî êşa dayikan bikişîne.''

Li taxê amadekariya gel û ciwanan a xweparastinê bi awayek kolektif berdewam dike.

(ch-rt)