'TÎS'a hikûmeta demî ne rewa ye'

10:34

Nurcan Yalçın / JINHA

AMED - Hevseroka Şaxa Tumbel-Sen'ê ya Amedê Gulay Tekin, diyar kir ku Peymana Kar a Komî (TÎS) ku hikûmeta AKP'ê û Memur-Senê di nava xwe de îmze kirine ne rewa ye. Gulay da zanîn ku ev peyman di nava rewşek awarte û pêvajoya ku gelan dixin nava şer de hatiye îmzekirin. Gulay, destnîşan kir ku ev peyman ne rewa ye û qebûl nakin.

Hikûmeta AKP'ê ya demî û Memur-Sen'ê di rewşek awarte û şer de Peymana Kar a Komî (TÎS) îmze kir. AKP'ê KESK li dervê peymanê hişt û tenê bi Memur-Sen'ê re ev peyman îmze kir. Ev peymana kul i Tirkiyeyê 3 milyon kedkarên cemaweriyê û 2 milyon kedkarên teqawît eleqeder dike tenê di nava AKP û Memûr-Sen'ê de hat îmzekirin. Ev peymana TÎS'ê bû sedema nerazîbûnan. Berdevka Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê Selma Atabay, diyar kir ku hikûmetê di sala 2013'an de jî peymana firotinê îmze kirin û li dijî mafê karkeran peyman hat îmzekirin. Selma, anî ziman ku peymana ku ji her du salan carekê tê îmzekirin qedera kedkaran li gorî daxwaza xwe diyar dike û pêwiste hemû konfederasyonên kedê beşdar bibin. Selma, bibîrxist ku hikûmeta AKP'ê KESK li dervê peymanê hiştiye û bi vê yekê dixwaze KESK'ê lawaz bihêle.

Selma, daxuyand ku di hemû şax û rêxistinên KEKS'ê de pergala hevserokatiyê heye û hêz û bingeha ku meclîsên jinan û sekreteryaya jinê ava bikin heye û wiha got: "Me wekî jinên KESK'î daxwazên xwe anîn ziman. Bi biryara deh hezaran jinên KESK'î ji bo peymana TÎS'ê hevala me Gulistan Atasoy hat hilbijaratin. Lê di civîna duyemîn a TÎS'ê de piştî Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lami Özgen daxwazên xwe anîn ziman Gulistan Atasoy tune bu. Nûnertiya jinê tune bû. Tenê hişmendiya mêr li ser masê hebû. Hevala me Gulistan li dervê civînê hiştin. Ev nêzîkatiyek zayenndîparêz e. Em wekî jin vê hişmendiyê red dikin.

Selma, da zanîn ku di her qada jiyanê de gotinên wan hene û di TÎS'ê de jî gotinên wan dê hebin û wiha bi dawî kir: "Divê hemû jin bertekê nîşanî vê helwesta AKP û Memûr-Senê bidin. Divê jin bi hişmendiya zayendî tev bigerin û bi hevre têbikoşin."

Hevseroka Şaxa Tumbel-Sen'ê ya Amedê Gulay Tekin jî diyar kir ku Peymana Kar a Komî (TÎS) ku hikûmeta AKP'ê û Memur-Senê di nava xwe de îmze kirine ne rewa ye. Gulay anî ziman ku AKP û Memûr-Sen'ê ji bo 2016-2017'an peyman îmze kiriye û ev civîn ne rewa ye û wiha got: "Pêwist bû ev peymana TÎS'ê di meha îlon û cotmehê de bihata îmzekirin. Lê ji ber ku di dema hikûmetek demî de hatiye îmzekirin ev peyman ne rewa û ne demokratîk e. Mixabin li Tirkiye rewşek awarte û şer heye. Di vê pêvajjoya awarte û şer de ev peyman hatiye îmzekirin. Ji ber vê yekê mafê kedkaran ê demokratîk hatiye binpêkirin.

Dîsa di peymana TÎS'ê ya 2014-2015'an de ji sedî 25 mafê kedkaran hat xwarin.Mafê kedkaran ê civakî û yê aborî hat binpêkirin. Bi vê peymanê armmac dikin ku hemû çavkaniyên aborî pêşkêşî şer bikin û aboriya Tirkiyeyê têxin xizmeta şer. Ji ber vê yekê em dê dengê xwe bilind bikin û em dê mafê xwe yê demokratîk û rewa bikar bînin."

(mae)