Gimgim dibin kontrola HPG'ê dene

11:34

JINHA

MÛŞ - Li navçeya Gimgim a Mûşê pevçûnên ku duh bi şev destpê kir heya saetên sibehê berdewam kir û tê gotin ku bajar ketiye bin kontrola gerîllayên HPG'ê. Walîtiyên Mûşê jî biryara qedexeya derketina kolanan da.

Li navçeya Gimgim a Mûşê duh di saetên êvarê de gerîllayên HPG'ê êrîş biribûn ser Midûryeta Emniyetê û Qereqola Cenderman û pevçûn heya saetên sibehê berdewam kir. Hate ragihandin ku li Gimgimê piştî rêyên ketin û derketina bajêr, cadeyên Gimgimê jî ketiye bin kontrola gerîllayên HPG'ê. Li Gimgimê polîs û leşker ji qereqolan nikarin derkevin. Li navenda sûkê û cadeyên mezin de jî xendek hatine kolandin û hemû bajar ketiye bin kontrola komên çekdar. Her wiha hate zanîn ku li ser rêyên Mûş, Erzerom û Kanîreşê jî xendek hatine kolandin û li ser wan rêyan jî kontrol hatiye pêşxistin.

Li ser van pêşketinan, Walitiyên Mûşê jî daxuyakirin ku ji saet 08:30'an pêve li Gimgimê derketina kolanan qedexe ye.

(zt)