HPG li emniyetê geriya û got: 'Ji bo ewlehiya canê xwe dernekevin kolanan'

12:45

JINHA

MÛŞ - Li navçeya Gimgimê gerîlayên HPG'ê navçe xistine bin kontrola xwe û hatin û çûyîn navçeyê de jî pevçûn diqewimin. HPG'iyan li emniyetê geriyan û ji bo leşker û polîsan banga "ji bo ewlehiya xwe dernekevin kolanan" kirin.

Lİ navçeya Gimgimê ya Mûşê duh seat di 20.30'yan de gerîlayên HPG'ê ketin navçeyê û piştî pevçûneke kurt a di navbera HPG'î û leşker û polîsan de navçe kete bin kontrola HPG'iyan. Piştî ku bi şev leşker û polîs vekişiyan qereqolên xwe li hemû kolan û cadeyên navçeyê bi maşîneyên kar ve xendek hatin kolandin. Pira di ketina navçeyê de hate teqandin û barîqat hatin danîn niha ketina navçeyê , riya Mûşê, riya Kanîreşê û Xinisê bi tevahî di bin kontrola HPG'iyan de ye. Ji Mûş û Xinisê leşker û polîsên ji bo teqwiyeyê hatine li derveyî navçeyê sekinîne û bi hêzên tewqiyê yên ji aliyê Mûşê hatine ve jî pevçûnên dijwar diqewimin.

Li navçeyê hemû kolan û cade di bin kontrola HPG'iyan de ne û Walîtiya Mûşê li navçeyê derketina kolanan qedexe kir. Piştî vê biryara walîtiyê gerîlayên HPG'î bi telefonê li Midûriyeta Polîsan a Gimgimê geriyan û qedexeya derketina kolanan li polîs û leşkeran anîn. Gerîlayekî HPG'ê ku telefonî midûririya polîsan kir, di telefonê de ev tişt got: "Li Gimgimê xweseriya demokratîk hatiye îlankirin û hemû kolan di bin kontrola gerîlayên PKK'î de ne. Derketina kolanan ji polîs û leşkeran re qedexe ye. Ji bo ewlehiya canê xwe dernekevin kolanan. Îro şunde Gimgim di bin kontrola gerîlayan de ye."

Niha li Gimgimê di navbera gerîlayên HPG'ê û polîs û leşkerên ji bo teqwiyeyê tên de di ketina navçeyê de pevçûnên dijwar diqewimin. Leşker û polîsên ku li navenda navçeyê ne jî ji qereqolan nikarin derkevin.

(zt)