Polis dema ku bav li mal nedit zarok rehîn girt!
12:52
JINHA
AMED - Li Bismilê duh di sergirtina malan de ji 4 kesên hatin binçavkirin yek jê Îbrahîm Ayaz ê 16 sali bû. Hat diyar kirin ku li şuna bavê Îbrahîm bigirin Îbrahîm Ayaz ê 16 salî girtine binçavan.
Duh li navçeya Bismila Amedê Polisan di sergirtina malan de Arif Budak, Selim çakmak û Îbrahîm Demirtaş yek jé jî zarok 4 kes li Emniyeta Muduryeta navçeyê tén girtin.
Polisan di sergirtina malan de hatibun Şehmuz Ayaz bikin bin çavan û dema ku Şehmuz Ayaz li mal ne ditin kuré wi yé 16 sali Îbrahîm Ayaz girtin binçav. Polisan gotin; "Heta ku babé wi ne yê em bigrin bin çavan em zarok bernadin" zarok heta niha ji bi awayek bê dad şuna bavé xwe di bin çav de té girtin.
(ht/zt)