Gelo cenazeyê piştî îskencekirinê teşîr kirine yê Ekin Wan e?
13:49
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser mediyaya civakî cenazeyek ku tê gotin ayîdê jina gerila Ekin Wan e ji aliyê polîsan ve hatiye tazî kirin û ji bo teşîrkirinê wêne par kirine. Piştî parkirina wêneyên cenaze jinan bi navnîşana "#Ekin Wan a tazî rometa me ye" bertekên xwe anîn ziman. Akademisyen Nazan Ustundag got: "Em weke jin #EkinWan halê tekoşîna me yê taziye, rometa meye, em bi xwene, her tiştê meye, bedena me ya ji aliyê dewletê ve hatî aşkira kirin e." Pervin Buldan jî bertekên xwe wiha anî ziman: "Piştî qetilkirinê tazîkirina cenaze ruyê reş ê mirovahiyê ye. Bila wijdana we ziwa bibe."
Li tevahî cîhanê hewildana tekoşîna jinan ser bedena wan bê rometkirinê nîşandanê berdewam dike, di salên 90'an de ev bi awayê herî hovane hat jiyan kirin. Yên ku ser cenazê jinên tekoşîna azadiyê didin meşandin îskenca zayendî, îskenca fîzîkî dikin, tazî dikin û derdixin jiderve êrîşên hişmendiya dewletê ne. Li gel berdewamkirina vê hişmendiyê bêjijdaniyên din tên dîtin. Ser mediyaya civakî wêneyê ayîdê jinek gerila yê 5 roj berê li navçeya Gimgima Mûşê hatî kêşan tê weşandin.
teşîrên der mirovî
Jina li ser kincên gerila heye ser ruyê xwe ketiye, lingê wê yê çepê di ejnî re şikestiye û li aliyê çepê ziviriye, porê wê yê reş girêdayiye, di aliyê kemaxên wê de xwîn dixwiyê tê dîtin. Duh cardin li navçeya Gimgima Mûşê wêneyek din yê jinek gerila yê tazî weke di wêneyê din de tê dîtin li ser devê xwe ketiye heye. Tê gotin ku her du wêne yên heman Endama YJA Star Kevser Elturk (Ekin Wan) ku di şerê 10'ê Tebaxê de li Gimgimê jiyana xwe jidest daye.
Di her du wêneyan de jî hovîtiya ser cenaze kirîn dixwiyê
Di her du wêneyan de jî şopên dişibin hev hene. Di wêneyê duyem de jî weke yê yekem birîna kemaxa wê ya ku jê xwîn diherike tê dîtin. Di wêne de beşa jor ya bedena wê zeyîfe, lê beşa jêr a bedena wê diyare werimiye. Di her du wêneyan de jî birîna wê li heman cihiye, werimîna lingên wê û girêdana porê wê dide nîşan dan ku her du wêne jî yê heman jinê ne. Di wêneyan de tê dîtin cenaze hatiye kaşkirin û li ser jî 3 mêrên di destê wan de lepik heyî dixwiyên. Li ber cenaze jî qartonek mezin dixwiyê, diyare ku dê cenaze bixin hindirê wê qartonê. Li aliyê dinê malbata Kevser jî diyar dikin ku dema wan cenaze girtiye lingê wê şikestîbûn, ev jî hîn zêdetir nîşan dide ku ew wêne yên wêne.
'Ekina tazî rometa meye'
Li ser mediyaya civakî bertekên jinan li hember îskenca li cenazê gerilaya jin hatî kirin zêde dibe. Jinan li ser hashtag ê bi navnîşana "#Ekin Wan a tazî rometa me ye" vekirin. Jinan diyar kirin ku sîkenca polisan ser cenazê Kevser Elturk kirine û tazî kirine hovîtiya şerê mêran diyar dike.
Akademisyen Nazan Ustundag got: "Em weke jin #EkinWan halê tekoşîna me yê taziye, rometa meye, em bi xwene, her tiştê meye, bedena me ya ji aliyê dewletê ve hatî aşkira kirin e."
Nivîskar Sibel Yerdeniz jî got: "Li gorî gotinan navê vê jina ku li Gimgimê bi îskencê qetilkirine, bedena wê ya tazî avêtine kolanê, bi awayek bêçare li ser mediyaya civakî par dikin navê wê Ekin e... Em dizanin ew mêrên ku ew bi wî awayî avêtine ser cadê niyeta wan çiye û dixwazin çî bikin. Çiqas hovin, çiqas erjengin, çiqas bê wijdanin, carekdin xwe anîn hiş û bîran, dixwazin bi vê hovitiya xwe tirsê bixin dilê me. Carekdinê.
Lê em netirsan... Belê we anî bîra me hun mirovên çawanin... Ji xwe me dizanî. Ji xwe me ticarî ji bîr nekiriye. Em carekdinê ji we hînbûn. Me carekdin ji we nefret kir, em ji ruyê mirovbûnê şerm kir, mida me ji yên di hewayê we de lêket, em carekdin ji rejengbûna we û hovitiya we hêrsbûn... Lê em na tirsin. Hun bitirsin! Heta dawiya temenê xwe ji yê dihindirê xwe de, ez eziya xwe, ew rejengiya dihindirê we xwe de, ew hovîtî, we mîdelihevketin, ew ruyê we reşê mirobûnê, ew destê we yê bixwîn, ew îskenca we ya pîs, ew tecawîza we ya alçaq, hun neçarin bi van hemûyan re bijîn. Çiqas hovîtiyek erjenge!..."
Pervin Buldan: "Piştî qetilkirinê tazîkirina cenaze ruyê reş ê mirovahiyê ye. Bila wijdana we ziwa bibe."
"Bedena gerilayek jin tazî avêtina meydanan hovîtî û bênamusiya wan nîşan dine...! Min ticarî nedîtiye ser bedena jinek tekoşîna azadiyê îskence kirîn, ez bi gelek yên nefret dikin re jî axivîme lê min nebihîstiye...! Di nava gerila de cihê jinê gelek cudaye... Jin jiyan bi xwe ye ji ber wê ye em neçarin bi dewleta TURK ya ku qasî bedena jinek mirî bavêje meyîdanê bêşeref re şer bikin... DAIŞ a ku jinên digire tecawîz dike û serê wan jêdike... Ez carekdin HÎNBÛM hebûna serefsiziya bê sînor a we, ez carekdin hînî bûyîna we ya xudayê bênambûsiyê..."
"Bedena jinan teşîrkirin hovîtî û şerefsiziya dijminê wê dide diyarkirin. Hele jinek gerilaya ku bi hemû rolên xwe yên civakî di şer de bûne hîmên bingehîn... Ev bêhişên, bêşerefên li heber Ekin bêrêzî kirîn li hember hemû nirxên civakî û siyasiyên gelê kurd bêrêzî kirine. Di rastiyê de dewletê hemû kîn û nefreta xwe ya li hember gelê kurd di wêneyên dawiyê yên Ekin Wan de nîşan dane... Rometa jinek gerila ne ayîdê bedenê, ayîdê hişmendî û piratîkê ye. Tam jî dewlet şidet, tecawîz, tacîz û qetilkirinê bi rêya polîs û leşkerên xwe dikin û emanetî wan kiriye. Bênamusuno ma bi we maye bêromet kirina cenazê jinek gerila! Ekin Van rometa meye! Şehîd namirin!"
(zt)