Polîsên ketin mala jina pîr hemû tiştên wê şikandin

14:34

JINHA

AMED - Li navçeya Surê tîmên taybet ser mala pîrejınekê de girtin pencere û tevayi titên di hindirê malê de şikandin.

Di saet 02.30'an de polîsan ser mala jimara wê 13 a li kolana Kirdirek a Taxa Ziya Gokalp a navçeya Sura Amedê de girtin. Tîmên tayîbet deriyê mala pîrejina bi navê Fatma Demir şikandin û ketin hindir. Polisan dizani ku ji dervey Fatma kesek din hindir de nîne jî lê tevayi tiştên wê şikandin û zirar dan tiştên wi yên elektironik.

Li Stembol û mardînê ji serdegirtina malan hebûn. Li navçeya Esenyurta Stembolê di seatên sibê de polisan li ser gelek malande girtin. Di serde girtinê de 5 ciwanên kurd giritin binçavan. Navên ciwanên girtine binçavan wihane Huseyin Karadag, Hakan Keskinturk, Cihat Aslan, Nezir Çiftler û Vedat Varkan bûn. Li Nusêbînê jî 8 kes girtin binçavan.

Li Taxa Girê Mira ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê jî di serdegitinên çêbune de 7 kes girtin binçavan. Girê dayi karakola navçeyê ya leşkerî di serde girtinên malan yên ku çêbune de Remezan Ay, Kudbettin Ok, Hakan Şimşek, Tayfur Saday, Muzaffer Acar, Îsmaîl Deniz, Sîraç Dînç û Şengül Öğur girtin binçavan. Li alîyê din li taxên ku li derdora taxa girmelê ji serdegirtin çebun, dibe ku jimara kesên binçavkirî zêde ji bibe.

(nb/zt)