Ayla Akat: Emê di derbarê êrîşên ser cenazê Ekin Wan hatî kirin de serlêdana suc bikin
15:02
JINHA
WAN - Girêdayî teşîra polîsan ser cenazê gerilaya jin kirîn û di medyayên civakî de par kirîn KJA ket nava tevgerê. Seroka KJA yê Ayla Akat Ata diyar kir ku dê di derbarê êrîşên li Gimgimê ser cenazê Ekin Wan hatî kirin serlêdana suc bikin. Xwişka Ekin Gulistan Erturk jî da zanîn ku ew wêneyên derketîn dibe yê xwişka wêye û got: "Cenaze tazî da me. Di lingê çepê yê xwişka min de cihê sê guleyan hebû."
Gerilaya YJA Star Kevser Elturk (Ekin Wan) a ku di 10'ê Tebaxê de li Gimgimê di şerekê de jiyana xwe jidestdaye. Polîsan îskence ser cenazê wê kiriye, wêneyên wê kişane û ser mediyaya civakî par kirine. Girêdayî wan wêneyên di mediyayê de hatî weşandin bertek zêde dibin. Jin di medyaya civakî de dibêjin: "Weke salên 1990'an carekdin êrîşên ser tekoşîna azadiya jinan û îskenca ser cenazeyên jinên kurd tên kirin derket rojevê."
'Heta ji bedenên me yên bê can jî ditirsin'
Ji aliyê malbatê ve jî hat pişrastkirin ku ew wêneyên ser medyaya civakî hatîn parkirin ên Ekin Wanin. Xwişka Ekin Gulistan Elturk got: "Xwişka wê li Gimgimê di asta qumutaniyê de peyîwir girtibû. Ji bo ku gerlilayên dibin berpirsiyariya wê de şehîd nekevin xwe feda kir. Di lingê xwişka min ê çepê de cihê 3 guleyan hebû." Gulistan destnîşan kir ku îhtimala ew wêneyên di mediyaya civakî de hatîn parkirin ên xwişka wê bin zêdeye û wiha domand: "Cenaze tazî dan me. Tiştek ê girêdayî wê nedan me. Piştî otopsiyê em çun teşhîsa xwişka min. Li derdora me bi dehan leşker û polîs hebûn. Polisan bi awayê henekê xwe bi me bikin li ruyê me dinêrîn. Min tenê karî ez ruyê xwişka xwe bibînim. Min dixwest li bedena xwişka xwe binêrim, lê min nedixwest bi dehan leşkerên li dora me bedena xwişka min binînin. Ji ber wê heya min li birîna xwişka xwe jî nenêrî. Dema ku me cenaze girt polisan heya malê em teqîp kirin. Heta cenazê xwe jî em dibin çavdêriya polîsan de digirin. Di vî welatî de heya ji miriyên me jî ditirsin û li ser bedenên me yên bê can îskencê dikin."
'Heger ew wêne neyê Ekin be jî emê destjê ne berdin'
Gulistan wiha berdewam kir: "Ez ne emînim jina di wêne de di xwiyê xwişka mine yan na, lê ev tiştekê nade guhertin. Ev tişta li ser cenaze kirîn nakeve mirovayê. Bedenek bêcan ewqas li ser îskence kirin û bi erdê ve kaşkirin ne karê mirovane. Emê li peyî vê bikevin û ji berpirsan hesab bixwazin. Dema ku em vê bikin, ez emînim ku dê hemû gelê Kurdistanê li peyîme bisekine. Dem ji bo me dema hevgirtinê ye. Pergal bedena xwişka min tazî dikin û dixwazin peyama 'hun bêhêziya yên hun pîroz dizanin dibînin' lê ew ne di ferqa eşqa di hindirê me de û hişmendiya jiyana me denin. Beden û şerê jinê pîroze. Em bi Kevser serbilindin û dê her dem ew qehremana me bimîne. Kevser şerê di jiyanê de herî romet kir û xwe ji bo gelê xwe feda kir."
Jinên ku cenazê Ekin şiştin jî dan zanîn ku ser cenaze şopên îskencê hebûn.
Girêdayî mijarê Seroka Kongra Jinên Azad (KJA) yê Ayla Akat Ata jî destnîşan kir ku ew êrîşa ser cenaze hatî kirin şermezar dikin û di rojên pêş de dê serlêdana suc bikin.
(wt/zt)