Cenazeya Ekin bi erdê ve hatiye kêşandin!
16:36
JINHA
WAN - Hate zanîn ku li cenazeya Kevser Elturk (Ekin Wan) îskence hatiye kirin, şelît xistine situyê wê û cenaze bi metran bi erdê ve hatiye kêşandin. Hevşaredara Navenda DBP'a Wanê Hamiyet Şahin got: "Em rastî gelek şopên îskencê û kêşanê yên ser laşê wê hatin." Waliyê Mûşê jî li ser bertekên hatin nîşandan diyar kir ku dê di derbarê teşhîrkirina cenazê de lêpirsîn vekin.
Di şerê 10'ê Tebaxê de li Gimgimê çêbûyî de gerilaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekin Wan) jiyana xwe ji dest dabû. Di derbarê hovitiya polîsan ya ser cenazê Kevser kirîn, tazî kirîn, bi erdê ve kêşane û ji bo tehşîrkirinê wêneyên wê kêşane û ser medyaya civakî belavkirine bertek zêde dibin. Yek ji şahidên berî definkirinê cenazê Ekin dîtî Hevşaredara Navenda DBP'a Wanê Hamiyet Şahin e. Hamiyet destnîşan kir ku wan li ser cenazê Ekin gelek şopên îskence û kêşanê dîtine.
'Ben xistine situyê wê û ji erdê kêşandine'
Hamiyet wiha dom kir: "Cenaze dema ji Meletî hat neşuştî bû. Me jî biriyar da em di mizgeftek a taxa Cevatpaşa de bişun. Ji bo şûştina cenaze ez û du jin çun. Wêneyên di medyaya civakî de hatin parkirin li gel bedena jina gerilaya me şûşt heman e. Min ji guleyên bi kemaxa wê û lingê wê yê çepê ketî nas kir. Birîna wê gelek kur bû. Jina ku di medyaya civakî de belav kirî û Kevser Elturk heman e. Bedena Ekin gelek perçiqandibûn. Şopên îskencê hebûn. Di situ û lingên wê de gelek morbûn hebû. Heta yek ji hevalên cenaze şiştîn digot: 'Min gelek cenaze şiştiye, Êdî tiştekê dizanim. Teqez bedena vê hevalê hatiye darb kirin. Di situyê wê de şopên ben heye. Diyare ben xistine situyê wê û ji cihek dur de kişandine, ji bo tehşîr kirinê.' Ruyê wê hemû morbû, ji xwe yê otopsî kirî jî gelek pêre mijul nebû. Kêliyên hevala Kevser baş nedirubû."
KJA dê sibê serlêdana suc bike
Her wiha aktivistên Kongreya Jinên Azad ( KJA) dê sibê li hember işkence û teşhîrkirina cenazeya Ekîn Wan serlêdana suc bikin. Aktivîstên KJA'yê sibê wê pêşî ji bo serlêdana tazîyê biçin malbata Kevser Eltûrk , piştre jî dê ji bo serlêdana suc biçin Dadgeha Mûşê.
Walîtiya Mûşê teşhîrkirina cenazeya Ekîn Wan qebul kir. Walî der heqê kesên ku işkence bi cenazeyê pêk anîye lêpirsin neda vekirin lê hate zanîn ku li hember kesên ku ev wêne di medyaya komî de parve kirine lêpirsîn vekirine. Daxuyaniya Walî wiha ye: '' Ji alî me û raya giştî ve kesên ku ev dîmênên nayê pejirandin kişandine û belav kirine lêpirsin hatiye dest pêkirin.''
BBC: Çalakiya Varto'yê Ji bo tolhildana Ekin'e ye
BBC Tirkî iro di weşana xwe de diyar kir ku girtina Vartoyê ya ji alî hêzên HPG'ê ve ji bo tolhildana Ekîn Wan e. BBC nuçeya xwe wiha vegot: '' Çalakvanên ku li ser hendekan disekinîn anîn ziman ku çalakiya Vartoyê ji bo tolhildana rêhevalên wan ên jin ya çend roj berê ji alî Tevgerên Tîmê ve li Vartoyê hate qetilkirin û cenazeya wê hate teşhîr kirine.''
(zt/ch)