‘Gelê Farqînê bi parastina xwe mafê jiyanê diparêze’
10:01
JINHA
AMED - Meclîsa gel ya Farqînê, piştî şerê li navçeyê yê 4 rojan duh xweseriya xwe îlan kir. Endamê heyeta HDP’ê ya ku ji bo lêkolînan li Farqînê bike Sibel Yîgîtalp destnîşan kir ku ji ber êrîşên dewletê gel xwe di nava ewlehiyê de nabîne û ji ber vê xweseriya xwe îlan dikin û wiha got: “Xwe parastin mafê jiyanê ye.”
Gelê kurd li hemberî helwesta dewletê ya konsepta şer û êrîşên li hemberî welatiyên sivîl li her deveran xweseriya xwe îlan dikin. Farqînê piştî Silopî, Cizîrê, Gewer, Nisêbîn û Gimgimê xweseriya îlan kir. Ev 4 roj in şerên dijwar li Farqînê didome. Piştî îlankirina xweseriyê ev tişt hîn zêdetir bu. Gelê Farqînê bi pêşengtiya jinan û ciwanan li hemî kolanan xweparastina pêk tîne. Endamê heyeta lêpirsîna buyerên Farqînê parlementera HDP’ê Sîbel Yîgîtalp di derbarê buyerên Farqînê de axivî. Sîbel destnîşan kir ku xwesteka gel ya xwe bi xwe rêvebirinê heye û mafê gel yê bijartina walî û qeymeqamên hereman heye û wiha axivî: “Em ji cihê xwe birêvebirinê girîng dibînin. Mafê gel li ser qadên jiyana xwe heye. Em jî vî tiştî rast dibînin.“
‘Xendek ne ji ber xwe hatin kolandin’
Sîbel di derbarê xendekên ku li hemberî gel ve hatine çêkirin de wiha got: “Ev xendek ne ji ber xwe ve hatine çêkirin. Xwezî xendek nehata vekirin lê provakasyonên ku ji Agirî destpêkir û bi Pirsusê berdewam kir gel teşvîkî vî tiştî kir. Operasyonên qirkirina siyasî, binçavkirinê bê hincet gel teşvîkî vî karî kir.”
‘Refleksa xwe parastinê bi gel re çêbu’
Sîbel anî ziman ku operasyonên li hemberî DAİŞ’ê divê bihata kirin bi awayekî tuj li ser gelê kurd hatiye kirin û wiha axivî: “Tabana HDP’ê li hemberî komkujî, lêdan û girtinan dimînin. Ev tişt ji hemberî gel ve bu cihê bertek nîşandayinê. Li hemberî van tiştan refleksa xwe parastinê bi gel re çêbu.”
‘Li ser helwesta dewletê bertekên gel kolandina xendekan e’
Sîbel derbirî ku nexweşiya têkîliyên di nav gel û dewletê fikra pêdîviya xwe parastinê xistiye serê gel û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Xweparastin tenê ne bi çekan pêk tê. Xweparastin li her cihê ku mirov lê bijî, parastina mafê jiyanê, xwedîderketina cihê ku lê ti jiyankirin e. Gel di 7’ê hezîranê de şertên bi diyalogan danî ber me. Gel li ser helwesta dewletê bertekên xwe bi kolandina xendekan didin nîşandan."
‘Li Farqînê bêbaweriya li hemberî dewletê, xwe parastin bi pêş ve xistiye’
Sîbel anî ziman ku şêniyên taxan û qeymeqamê Farqînê re axivîne û wiha axivî: “Me bi qeymeqamê Farqînê re hevdîtin pêk anî û ewî ji mere got ku ‘Ez naxwazim kuştîn çêbibe.’ Di axaftinê me yên bi gelê Surê, Silopî, Şirnex û Nisêbînê re, gel xemên xwe tîne ziman. Gel bi rihê salên 90’î tevdigere. Lê gel rihê salên 90’î ji zû ve derbas kiriye. Gel bi baweriya rihê tekoşînê helwesta xwe hîn zelaltir dike. Li Farqînê bêbaweriya li hemberî dewletê, xwe parastin bipêş ve xistiye.”
‘Emê nobeta aşitiyê li Behrareş û Trakyayê bigirin’
Sîbel destnîşan kir ku ew siyasetek bi îlke dimeşînin û heke pêwîst be dê nobeta aşitiyê li Trakyayê, li Behrareş bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Diyalog ji bo çareseriyê tiştê herî pîroz e. Siyaseta li ser mirin û kuştînê êdî rastiya xwe wenda kiriye. Ji bo ku dayik negirîn emê tekoşîna xwe berdewam bikin.”
(rt-ch)