Li Gimgimê gel ber bi qada teqînê ve diçin

12:02

JINHA

MÛŞ - Li Gimgim a ku ji duh ve ye pevçûnên ku didomin serê sibehê teqînekî mezin çêbû. Di encama teqînê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, gel li cihê teqînê kom dibin. Heyeta ku di navê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û hevşaredar jî heyî hatin Gimgimê.

Li navçeya Gimgima Mûşa peçûna di navbera polîs û welatiyên ku parastina xwe ya cewherî pêk tînin de heta serê sibehê pevçûn berdewam kir. Serê sibehê li herêma Çemêsus ê taxa Gimgimê ya li ser riya Gimgim û Xinisiyê ye teqînekî mezin pêk hat. Di teqîna ku li qada daristanê pêk hat de dengê çekan bi dawî bû û hate ragihandin ku herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane nehat hîn bû ku kî ne. Piştî teqînê cenazeyên parçe bûne ji aliyê tîmên taybet ve ji cihê teqînê hatin rakirin. Nehat zanîn ku cenaze birine kû derê û piştî ku tîmên taybet ji cihê bûyerê veqetiyan gelek kesên di nav de HDP'î jî hebûn li cihê teqînê kom dibin.

Li aliyê din heyeta ku di navê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û hevşaredar jî heyî hatin Gimgimê. Têpayîn ku heyet bi gel û saziyên dewletê re hevdîtin bikin.

(at-ng/zt)