Peyama Ekin a dawiyê: Kî dest li jinan rake dê ew dest bişikê

12:03

Medya Cebe/JINHA

WAN - Kevser Elturk (Ekin Wan) di tevayî jiyana xwe de cîhanek ya jin têde azad dixwest û ji ber wê berê xwe da çiyan. Dema ku Ekin li ser lutkeya çiyayan durî hişmendiya mêran tekoşîn dikir, ji wê ji bo jinên li bejayan, bajaran û gundên herî dur dijiyan silav dişand û digot: "Kî destê xwe dirêjî jinan bike dê ew dest bê şikandin."

Her kesê bi wêneyên ben xistina situyê wê xeniqandin û bedena wê tehşîrkirinê tazî kirin û îskence kirinê ew naskirin. Ew kîvî we jina di wênede? "nazika" malbata xwe keça biçuk a malê bû. Li hember hişmendiya serdestiya mêran jina serhildêr a berê xwe dayî çiyan bû, fedekar bû. Wê di 20 saliya xwe de tekoşîna jina azad hilbijartiye. Ew wêne ayîdê Kevser Elturk a ku di sala 2008'an de beşdarî nava refên YJA yê bûyî ne. Tam jî wê li hemberî hişmendiya mêran a bêrometkirina jinan serîhildabû, ji bo bibe bersiva hemû mêrên li ser bedena jinan şer dikin tekoşîn dikir û ew êdî Ekin Wan bû.

'Di temenek biçuk de dest bi hişmendiya jinan kir'

Ekin di sala 1986'an de li gundê Navrê yê navçeya Çaldirana Wanê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di nava malbata xwe de Ekin weke zarokek fedekar û feminist dihat nasîn. Hîna Ekin zarok bû malbata wê ji gund koçî navenda Wanê dikin û hîna li wê dijîn. Ekin di 20 saliya xwe de beşdarî nava refên YJA-STAR dibe. Ekin di 10'ê Tebaxê de di nava şerê li herêma navçeya Gimgima Mûşê çêbûyî de jiyana xwe jidest dide. Ekin a ku di nava xebatên xwe yên 9 salan de bi serketinên xwe weke qomutan peyîwir girtibû û di tevahî jiyana xwe de tekoşîna herî biromet dida. Ekin berî tevlî nava refên gerilayan bibe gelek caran bi malbat û derdurên xwe re nirxandinên ser zayendiya civakî dikir û jinek a her dem dixwest hişmendiya jina azad bi derdora xwe bide nasîn.

'Xwişka min parêzvana mafê jinan bû'

Xwişka Ekin Gulistan Elturk wiha qala xwişka xwe dike: "Ez û Ekin bi hev re mezin bûn, me gelek ji hev hez dikir. Berî biçe ez û wê dem dem derdiketin û dilîstin. Ez gelek bêriya wan kêliyên xweş ên min li gel wê derbas kirîn. Dema ku ew li vêderêbû em bi hev re diçun mitîng û Newrozan. Ekin gelek ji çuna cihên wiha hez dikir. Ew gelek girêdayî zimanê xwebû, her dem kurdî dipeyîvî. Ekin ticarî li hember mêran serî netewandiye. Herî zêde jî azadiya jinan dixwest. Dema ku li vêderê bû jî wiha bû. Ew li hember bêmafiyên ser jinan dihat kirin bêdeng nedime, hema bertek nîşan dida. Wê gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ser azadiya jinan dixwend. Hewildida xwe di aliyê azadiya jinan de bigihîne, di heman demê de tiştên dixwend bi me re jî nîqaş dikir û hewildida bi me jî bide têgihiştin. Berî şihadeta wê dema ku cara dawiyê me ew ziyaret kirî got: 'Kî destê xwe li jinan rake dê ew dest bişkê.'"

'Zanistî û cesareta wê serê me bilind kir'

Gûlîstan anî ziman ku xweşka wê tundiya li ser gelê Kurd û herêmê nedipejrand û got, "Ekîn zaroka malê ya herî bi çûkbû û gelek bi nazbû. Em li ser wê dicirifîn. Lê ew tundî û şîdeta li dijî gelê xwe nepejrand û biryarê tevlîbûnê girt. Tevlîbû û ji bo armancek bi rûmet canê xwe feda kir. Em bi wê serbilindin. Hîna cilê wê a zaroktî me veşartine. Carnan em derdixin û bêrîkirinê xwe pêre derbas dikin. Kesekî ku ewqas nazlî hatibe mezin kirin zanistî û cesaretek bi vî awayî nişandan serê me bilind dike."

'Kewser her dem herêmê xwe diguhert'

Gûlîstan da zanîn ku ew serkeftin û agahiyê xweşka xwe ji dûr ve dişopand û got, "Xweşka min gelek bi serkeftî bû. Piştî tevlîbûna xwe a despêkê li Îranê erk girt, her wiha ji ber xebata xwe ya serkeftî ew şandin Geverê. Kewser li Qendîlê jî xwedî erkbû ji wir ji xwe çûbû Îranê. Herî dawî ew şandibûn Gimgimê. Ji ber serkeftinên wê, herdem qadê wê dihat guhertin. Ew li gelek herêmên Kurdistanê erk gitibû ser milê xwe."

'Ez nizam ka xweşka min bi gule an bi benê hatiye kuştin'

Gûlîstan wiha dawî li gotina xwe anî, "Ew xwe ji bo hevalên xwe feda kir. Kewser erka xwe ya fermandariyê bi cih anî. Ji bo komê ku jê berpirsyar dîl nekevin dest ango neyên kuştin xwe feda kir. Sê gule li qalçeyê Ekîn hatibû reşandin, li wir miribû ango ne miribû nizanim. Leşker ji tirsa bombe xwe bi ser nedan û dest nedan wê. Pişt re ben avêtin situyê wê û bi erdê ve xişikandine. Min şopê benê di situyê xweşka xwe de dît û di gelek cihên canê wê morbibû. Xweşka min ji ber guleyê ku lê hatî reşandin hatî kuştin ango bi benê hatî kuştin nizanim."

(rc/zt)