Li Silopiya KJA yê îskenca li cenazê Kevser Elturk hatî kirin şermezar kir

12:44

JINHA

ŞIRNEX - Meclisa Jinan a Silopiya bi armanca ku hovîtiya li ser bedana Kevser Elturk (Ekin Wan) hatî kirin şermezar bikin daxuyanî dan. Jinan diyar kir ku ev hovîtî di şexsê Kevser de li hemû jinan hatîye kirin û ewê wek jinên kurd li hember vê yekê sekna pêwist nişan bidin.

Di şerê di 10'ê Tebaxê de li navçeya Gimgima Mûşê çêbûyî de gerilaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekin Wan) jiyana xwe jidetda. Cenazê Ekin îskence kirin, tazîkirin û bi erdê ve kêşandin. Li Silopiya KJA’yê qetilkirin û işkenca li ser bedana Kevser Elturk (Ekin Wan) hatî kirin bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Hevşaredara Silopiya Emine Esmer, Meclisa Dayikên Aşitiyê û Meclisa Jinê ya Silopiya tevlî daxuyaniya li ber avahiya HDP’ê hat dayîn bûn. Li ser navê girseya jinan Emine Ozek axivî û diyar kir ku hovîtiya li ser bedana Kewser Ertuk hatiye kirin li ser hemû jinan hatiye kirin û ew vê yekê şermezar dikin. Emine bang li hemû jinan kir da ku li hember vê hovîtiyê bêdeng nemînin û ev tişt got: "Çi tirk be çi kurd be bila ji vê re bêjin êdî bese. Ev qetliam bi destê serokomar tên kirin bila dayikên tirk jî werin destê xwe bidin me û em vê qetliamê bidin seknandin.”

Hevşaredara Silopiya Emine Esmer jî axaftine kurt kir û got ku ne di dîn de ne jî mirovatiyê de tiştek wiha tine ye û wiha axivî: "Dema insanek jiyana xwe ji destda ew para axê ye, lê dema em lê dinêrin tiştê ku li Gimgimê hatiye kirin li ser bedana hemû jinan hatiye kirin. Li vê derê tirk kurd firq nake ji bo me tiştê esas nasnama jinê ye.” Emine anî ziman ku ew wek jinên kurd li hember vê hovitiyê roj bi roj tekoşîna xwe mezin dikin û ewê sekna wan jî li hember wan kirinan zelal be.

(ma/zt)