YDG-K: Bi hêza ku em ji YPJ'ê digrin ji serkeftinê re em xwe amede dikin

12:53

JINHA

Cahide Harputlu/ Rozerîn Tekin

AMED- Jinên ciwan ên di çalakiyên xweparastinê de li herî pêş cîh digrin diyar kirin ku gelê Kurd divê êdî ti saziyên dewleta Tirk nasnekin û ilankirina xweseriya meclîsan parastin. Arîn ya li ser navê YDG-K'ê axivî wiha got: ''Niha hemû ciwanên Farqînê li ser piyan in. Em hemû gelê Kurdîstanê jî vedixînin ku xwedî li vê berxwedanê derkevîn û piştgirî bidin''

Îlankirina xweseriyê ya yekemîn car ji alî meclîsa Sîlopî ve hate kirin, piştre li gelek heremên Kurdîstanê ya wek Cizîr, Nisêbîn,Gever û Vartoyê, herî dawî jî li Farqînê gel xweseriya xwe îlan kir. Li Farqînê pevçûnên ku 4 roj berê destpêkir hê berdewam dike. Em bi ciwanên ku ji bo parastina gel a hemberî êrîşên polîsan li taxê xendekan dikolin re der barê pêvajoyê de axivîn. Ciwanan dan zanîn ku li hember polîtîqayên xapînok, înfaz, komkujî, binçavkirin û girtinên hemberî gel pêk tê wê bi awayek seferberî bersiv bidin. Ji ber vê jî ciwan û niştecihên heremê tev bi hev re xendekan dikolin, mevziyan çêdikin û diyar dikin ku xweparastina cewherî rewa ye.

'Tenê daxwaza me jiyanek azad e'

Ciwanan da xuya kirin ku êrîşên AKP'ê ya piştî hilbijartinan a bi hevkariya DAİŞ'ê û bi hemû hêzên dewletê ve hate destpêkirin dê bêbersiv nemîne. Ciwanan bal kişand ser tecrîda rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û anîn ziman ku dawîkirina mûzakereyan û tecrîda giran nayê pejirandin. Niştecihên taxê û ciwanan der barê îlankirina xweseriyê de jî nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku tene daxwaza wan jiyanek azad e.''

Endama YDG-K Arîn Amed a ku cihê xwe di parastina taxan de digre, raste rast şahîdiya pêvajoya Ferqînê kiriye û li taxa Tekelê jiyan dike. Arîn hemû jin û ciwanên berxwedêr silav kirin û diyar kir ku bi salane pêvajoyên ku li Kurdistanê tê jîn bi qasî ku her kes bandor dike wê jî bandor kiriye û piştî bûyerên dawî ew pêdivî bi parastina xwe û taxê xwe dîtiye.

'Ji bo Silopî, Cizîr û Nisêbînê divê her kes rabe ser piyan'

Arîn anî ziman ku dewlet bi polîtîkayên xwe a qetilamê hewldide gelê Kurd tune bike û wiha domkir, "Gelê Kurd gelek bi cesarete û wê destûrê nede qetilaman. Ji ber vê yekê gel li her derê li ser piyane. Ji bo Silopî, Cizîr û Nisêbînê divê her kes rabe ser piyan. Pêwîste tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe û 'hemû ciwan ji bo azadiya Rêbertî û rakirina tecrîdê dê di kolanan de li berxwebide." Arîn diyar kir ku ew îlankirina xweseriya Ferqînê silav dikin û daxuyand ku Ferqîn ne bi tenê ye û her wiha got ew wek ciwan û jin dê hemû qadên jiyanê biparêzin. Arîn wiha domkir, "Heyan ku Ferqîn azad nebe ewê dawî li berxwedana me neyê."

'Pêwîste Kurt saziyên dewleta Tirk nasneke'

Arîn anî ziman ku pêwîste hemû Kurd saziyên dewleta Tirkiyê nasneke û bi îlankirina meclîsên xweser ew hebûna xwe datînin holê. Di heman demê de got ku êrîşên li dijî taxan pêk tê ew ê wan di têkoşînê de bi hêztir bike û wiha domkir, "Vê gavê hemû ciwanên Ferqînê li ser piyane. Ev 3'ê rojin em ewlekariya taxê xwe digrin û kes naçe malên xwe. Pêwîste hemû gelê Kurdistanê piştgirî bide vê berxwedanê û xwedî lê derbikeve."

'Bi hêza ku em ji YPJ'ê digrin ji serkeftinê re em xwe amede dikin'

Arîn da zanîn ku heya niha her dem ew bi ferasetê desthilatdariyê hatine rêvebirin û got, "Li Kobanê şervanên YPJ'ê li dijî hişmendiya desthilatdariyê şerkir û ji cîhanê re bû mînak. Em jî bi hêza û coşa ku ji şervanên YPJ'ê digrin, jin perwerdeyên leşkerî û bîrdozî bigrin û xwe ji serkeftinê re amede bikin."

Di dawiyê de Arîn bang li tevahî gel kir ku piştgirî bidin berxwedanê û wiha pêde çû, "Êdî divê gel hêzê xwe bibîne û şerê gel a şoreşgerî bighîne serkeftinê. Gelê me heya roja îro gelek êş kişand û bedelên mezin da, lê belê li hember zilmê ku tê kirin serkeftin nêze. Piştî ku em bûn yek tu hêz nikare pêşiya me bibe asteng. Ji ber vê yekê em bendê tevahî gelin ku li qadan bin."

(rc)