KJA yê mala şînê ya Ekin Wan ziyaret kir
13:45
JINHA
WAN - Aktîvîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) yê malbata Ekin Wan a ku ser cenazê wê îskence kirine û ji bo tehşîr kirinê tazî kirine ziyaret kirin. Dayîka Ekin Delal Elturk û aktîvîstên KJA yê ji bo serlêdana suc çun Mûşê.
Aktîvîstên KJA’yê malbata Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li navçeya Gimgim a Mûşê jiyana xwe ji dest da û polîsên Tirk wêneyê cenazeyê wê bi awayekî tazî kişandin û weşandin ziyaret kirin. Aktîvîstên KJA’yê sersaxî ji malbatê re xwestin. Seroka Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata, Berdevka KJA Elîf Kaya, parlamenterên HDP’ê yên Wanê Tûgba Hezer, Selamî Ozyaşar, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, Hevşaredarên jin ên navçeyan, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, rêveberên HDP-DBP’ê yên bajêr, aktîvîstên KJA bi dayika Kevser Elturk, Delal Elturk re rûnitin û ji malbatê re sersaxî xwestin.
Seroka KJA Ayla Akat Ata ya li vir axivî got ku êrîşa derveyî mirovatiyê ya li hember bedena Ekîn Wan hatiye kirin qet qebûl nakin û wê serî li rêyên hiqûqî bidin. Ayla diyar kir ku gelê Kurd bi berdêlên giran hatiye vê merheleyê û wê ji vê paşde gavan navêje.
Dayîka Ekin Delal jî got: "Bila gelê kurd hemû bi hev re li hember vê zilmê şer bikin. Bila kes li paş nemîne û her kes cihê xwe dinava tekoşînê de bigirin."
Aktîvîstên KJA yê û dayîka Ekin Delal Elturk ber bi Mûşê ve ketin rê ji bo serlêdana suc diderbarê yên Ekin qetilkirin û ji bo tehşîr kirinê cenaze yê wê îskence kirîn û tazî kirîn de bikin. Dê despêkê de di derbarê berpirsan de serlêdana suc li Serdozgeriya Komarê ya Mûşê bidin û paşê jî li ber Edliya Mûşê daxuyanî bidin çapemeniyê.
(ht-şh/zt)