Li Gimgimê wesayîtek hat gulebaran kirin
14:18
JINHA
MÛŞ - Li Gimgimê di navabera hêzên parastinê û leşker û polîsan de şer berdewame. Li Taxa Alangoz a Gimgimê wesayîtek hat gulebaran kirin. Li gorî agahiyên hatine girtin li navendê 4 kes hatine înfazkirin.
Li navçeya Gimgima Mûşê ya ku xweseriya xwe îlan kiriye şer berdewam dike. Hat zanîn ku li Taxa Alangoz ê wesayîta 2 kes têdebû hat gulebaran kirin. Welayîta bi rengê sipî û pîloqa wê bi awayê 34 PPD despêdike ji nêz ve hatiye gulebarankirin û li ser wesayîtê şopên xwînê dixwiyê. Li gorî şahidên bûyerê ji du kesên di wesayîtê de yek reviyaye xwe rizgar kiriye yê dinê jî bi birîndarî ketiye destê polîsan.
Di teqîna serê sibê derketî de jî 4 kesan jiyana xwe jidest daye. Şahidê bûyerê da zanîn ku her 4 kes ji aliyê polîsan ve hatine înfaz kirin. Li gorî şahidê bûyerê destnîşan kirî li ber pira ketina navçeyê de serê sibê 2 kes hatine înfaz kirin. Her 2 cenaze ji aliyê tîmên tayîbet ve hatine desteser kirin.
Endamê PM ya DBP'ê Sirri Sever yê çuyî herêmê got: "Li cihê bûyerê ti şopên şer naxweyê. Tenê şopên xwînê dixwiyên. Teqez înfaz kirine. Lê hîna nayê zanîn kîne."
Serokê Meclîsa Gel a Gimgimê Mûstafa Dogan der barê bûyerên îro qewimîn de got, "Duh êvarê gel ket hundirê malên xwe. Dûre tîmên tevgera taybet danê sibehê derabeyên esnafan şikandin û gule li derdorê reşandin."
Polîs û leşkerên bi panzer û wesayîtên zirxî li navenda navçeyê gerîlyan, gule li kargeh û malan reşandin. Di wênavberê de xebatkarê DBP'ê Ersin Kizilboga jî girtin binçavan.
(at-ng/zt)