Ji bo şopandina gireva birçîbûnê ya girtiyan komisyon hat avakirin

15:42

JINHA

SÊRT - Nûnerên saziyên sivîlên Sêrt û Şirnexê li hev civiyan ji bo rewşa girtiyên ketine gireva birçîbûnê ya bê dem û dorveger bigihînin raya giştî komusyon avakirin.

Saziyên sivîl ên Sêrtê der barê hevdîtina bi girtiyên di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de tên girtin ji bo dawî li tecrîda li ser Ocalan tê meşandin, operasyonên qirkirina siyasî bînin û cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê bidin malbatên wan ketine greva birçîbûnê re hevdîtin pêk anîbûn li avahiya şaxa ÎHD'a Sêrtê daxuyanî da çapemeniyê. Saziyên wekî SES, Odeya Tabîban, TUHAD-DER'a Sêrtê û parêzer pişgirî dan çalakiyê Sekretera ÎHD'a Sêrtê Handan Can diyar kir ku ji bo pêşiya mirinan bigirin wan komîsyonek ava kirine û got ku ew ê bi vê komîsyonê rewşa greva birçîbûnê bişopînin.

Serokê TUHAD-DER'a Sêrtê Hakîm Ekîncî jî diyar kir ku li Girtîgeha Sêrtê 3 jê jin, 7 jê zilam bi tevahî 10 girtî ketine greva birçîbûnê û wiha got: "Wekî komîsyonê tecrûbeyên berê jî li ber çavan digirin û bang rayedaran dikin ku beriya darbest ji girtîgehê derkevin berpirsyariya xwe bi cih bînin."

Serokê Odeya Tabîban Ekrem Bîlek jî got ku grevên birçîbûnê rêbazeke berxwedanê ye û anî ziman ku divê mirov li ser sedemên ku mirovan ber vê yekê dibe bisekinin. Ekrem bilêv kir ku ew ê di aliyê tenduristiyê de tevbigerin û ev tişt anî ziman: "Ev komîsyona ku me ava kiriye çi têkeve ser milê wê pêk bîne. Lê çareseriya vê yekê çareserkirina pirsgirêka kurd e. Ji bo greva birçîbûnê dirêj nee û jiyana wan nekeve xetereyê divê demildest hevdîtinên li Îmraliyê bên destpêkirin û ji bo hizûra gel pêvajoya aştiyê bê domandin."

Nûnertiya TUHAD-FED'a Botanê bi girtiyên di greva birçîbûnê de ne hevdîtin pêk anî. TUHAD-FED'ê der barê hevdîtinê de bi tevlîbûna rêveberên ÎHD'a Şirnexê, li avahiyê ÎHD'ê daxuyanî da çapemeniyê. Parêzer Fazîlet Taşdan Arsen diyar kir ku li Girtîgeha Şirnexê ji 15'ê tebaxê vir ve 12 girtiyên PKK û PJAK'ê dest bi greva birçîbûnê kirine û xwest ku daxwazên girtiyan demildest bi cih were.

(zt)