Heyeta KCD'ê: Bila berpirs agahiyan bidin li Gimgimê çî dibe?

16:35

JINHA

MÛŞ - Heyeta KCD û HDP'ê ya li Gimgimê têkîldarî pevçûnên diqewimin lêkolîn dikin çavderiyên xwe parve kir. Li ser navê heyetê Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û wiha got: "Li vir ji ber ku tiştên nehiqûqî tên kirin, daxuyanî nayê dayîn. Qiyamet hate jiyîn lê dewlet bêdeng e, dixwazin li ser bûyeran bigirin, miriyan direvînin."

Heyeta KCD û HDP'ê ya ji bo têkîldarî pevçûnên du rojan li navçeya Gimgima Mûşê qewimîn lêkolînan bikin hatin navçeyê yi Salona Meclîsa Şaredariya Gimgimê daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Parlamenterên HDP'ê Ahmet Yildirim û Burcu Çelîk, Hevşaredarên Gimgimê Sabîte Ekîncî û Huseyîn Guneş, hevserokên HDP û DBP'ê beşdar bûn. Li ser navê heyetê Selma axivî û diyar kir ku wan dîtine ku li Gimgimê qiyamet rabûye. Selma anî ziman ku serê sibehê agahiya li ser riya Xinisê parçeyên cenazeyan dîtine girtine û li ser vê yekê çûne wê derê û wiha berdewam kir: "Hê jî hûn parçeyên bedenên mirovan li wir dikarin bibînin. Parçeyên canezeyakî yan jî zêdetir cenazeyan hene. Li aliyê çepê ya darekî çalek çêbûye Di bin darekî de parçeyên cenazeyan hene li gel vê yekê jî me agahî negirt. Pevçûn qewimî, heke pevçûn be encam çi ye, mirî an jî birîndar hene, me agahî negirt."

'Agahî nadin me'

Selma destnîşan kir ku li navenda navçeyê kargehekî ku nehatiye gulebarankirin nemaye, li her derê şopên guleyan hene û wiha berdewam kir: "Dîsa li ciheke dikanek û malek hatiye şewitandin. Mal xirabe bûye. Agahiya li dortyolê teqîn çêbûye hat. Naverok me nekarî hîn bibin. Me dît malek hatiye şewitandin û li hundirê malê mirov hebûne bi vî rengî xwestine bişewitînin. Dayik û bavek û kesekî din heye. Bi şev saet di 11'an de dengê pevçûnê tê. Demeke panzer li ber malê disekine hin deng bihistine lê çi hatiye axaftin nehatiye bihistin. Dema ku derdikevin derve dibînin ku banê malê dişewite, bi zorê xwe davêjin derve. Dîsa diwarê vê derê qûl qulikî ne. "

'Malên ku mirov têdenin gulebaran dikin'

Selma da zanîn ku li Gimgimê "şeva qatlîamê" hatiye jiyîn lê dewlet dixwaze li ser vê yekê bigire û wiha got: "Em nizanin dewlet li vir çi dike. Kesekî daxuyaniyek neda. Dozger navçe terikandiye, amîrê emniyetê hevdîtin pêk neanî, walî gote li ereziyê ye qaymeqam dibêje dê du rojan neyê. Li vir çi diqewime. Li Gimgimê çi diqewime? Dema qedexekirina derketine derve de amîrên mulkî li vir çi kirin, çend kes hatin kuştin. Ev mirov li kû ne. Ev mejî, por û hestî aydî kê ne? Gelo mirov hatin bombebarankirin? Heqê raya giştî heye ku agahdar bibin. Gelo li vê derê tiştekî nehiqû hate kirin ji ber vê yekê daxuyanî nayê dayîn. Qiyamet rabû lê dewlet bêdeng e, dixwaze li ser bûyeran bigire, miriyan direvîne. Em ê serlêdanên pêwîst bikin, em ê der barê qaymeqam, emniyet, dozger û walîtiyê de hewldanên pêwîst bikin. Gelê Gimgimê ne tenê ye. Divê em dengên xwe zêdetir derxînin, heke em bêdeng bimînin qatlîamên bi vi rengî dê bidome."

(at-ng/zt)