Ayla Akat: Kê berpirsiyariya rawestandina pêvajoyê daye Serokomar?

10:22

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Seroka Komela KJA yê Ayla Akat Ata girêdayî bê çareserbûna hevdîtinên koaliysyonê û hewayê hilbijartina nêz nirxandin kir. Ayla pirsa kê berpirsiyariya rawestandina pêvajoyê daye Serokomar pirsî û got: "Li gel vê alîkariya gel û pêvajoyê kê berpirsiyariya rawestandina pêvajoyê daye Serokomar? Divê êdî civaka Tirkiyê hesabê vê bipirsin. Divê êdî dema bihevrebûnê bêdîtin."

Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê li gel 2 meh derbasbûne jî hîna ti encamek derneketiye holê. Berpirsên hikumeta AKP'ê û Serokomar bi daxuyaniyên xwe rewşa pêjavoyê ya xirab dadinin holê. Di dawiyê de Serokomar Tayyip Erdogan bi gotinên xwe yên weke 'Me pêvajoya çareseriyê rakiriye serincê' şer da despêkirin. Agirbesta yekalî berdewam dikir di dawiyê de bi her du aliyan dawî bû. Girêdayî rewşa dawî ya pêvajoyê Seroka Komeleya Kongreya Jinên Azad (KJA) yê Ayla Akat Ata nirxandin kir. Ayla diyar kir ku ew dikarin ji qetilkirina 2 ciwanan li Giyadîna Agiriyê despêbikin, di serî de xirakirina pêvajoyê ji êrîşên li Mêrsînê despêkirin, qirkirinên li Amed û Pirsusê bedewam kirin.

'Hevdîtina kurdan bi dostên wan ên nav Tirkiyê re deshilatî nerihet kir'

Ayla balkişand ser qirkirina li Pirsusê kirin û wiha domand: "Em di arîfeya hilbijartinan debûn, di wê arîfê de gelê kurd bi dostên xwe re li Tirkiyê êdî ji bo pêşerojek azad û wê guhestina parlementoyê di axivîn. Hevdîtina kurdan bi dostê wan re deshilatî nerihet kir. Ev nerihetiya wan carnan bi gotinan, carnan bi teqînan û qirkirinan derdiketin mediyayê." Ayla destnîşan kir ku bi qasî bandora derbaskirina bendê ya HDP'ê Rojava bandor kir, ewqas jî şoreşa Rojava jî Tirkiye bandor kir.

'Gotinên Serokomar navenda qaosê avakir'

Ayla da zanîn ku berxwedana Kobanê çawan Tirkiye bandorkir hemû cîhan dizane. Ayla anî ziman ku tayîbetî jî piştî girtina Girê Spî gotinên berpirsên AKP'ê û Serokomar hişkbûn. Ayla bilêv kir ku gotinên wan ên weke 'Em ticarî desturê nadin hevkariyek kurdan a li aliyê dinê sînor', 'Emê li hember tiştên ser sînorê me tên kirin bê bertek nemînin' navenda qaosê avakirin. Ayla derbirî ku agirbesta 2013'an ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin ji agirbestên dinê cudabû û wiha berdewam kir: "Di nava bajaran de şer berdewam dike, rêveberên Tirkiyê jî vê dizanin. Ji ber piştî bûyera Farqînê ya sala 2012'an, xalek a çareserî fezdikir bû. Niha cihê ku em lêne xalek ya kurd û tirkan gelek hev êşandine ye. Niha dixwazin ser mediyayê bigihin xalek a bêçareseriyê."

'Hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji hilbijartinê derketibû'

Ayla diyar kir ku sedemek ê avakirina kaosê jî bi tenê deshilatiya AKP'ê ye, ev 4 salin zemînê polîtîkaya xwe bêxe meriyetê avanekiriye. Aylan da zanîn ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê êdî ne hilbijartinbûn, ji gohertina Tirkiyê re gotina erê yan na karanîn bû. Ayla anî ziman ku li Tirkiyê pêdivî bi guherîna makezagonê heye, lê civaka Tirkiyê ji bo wê ne amadeye û wiha dom kir: "Dema ku li Giyadîna Agiriyê 2 ciwan qetilkirin, wê demê rojeva Tirkiyê dê koalisyon bibe yan ne bû."

'Gel şansê bi serê xwe rêveberiya AKP'ê nedabû'

Ayla derbirî ku divê êdî dewleta Tirkiyê çareseriyekê ji van kaosan re bîne û wiha pêde çu: "Ji sala 2012'an heya niha AKP'ê bi serê xwe ev welat birêve bir. Lê vêcarê gel di helwestên xwe de diyar kirin ku bila AKP, CHP, MHP û HDP 'vî welatî birêve bibin.' Ji ber vêpêvajoyê gel şansê AKP bi serê xwe rêveberiyê bike neda. Divê hevkariyek di nava giştî de hebe û hiquqek nû bê avakirin. Ev rewş bi avakirina makezagonek nû dikare têkeve meriyetê. Lê vî şansê gel dayî nanirxînin û dest ji deshilatiya xwe naqerin."

Ayla li ser gotinên Serokomar ên weke 'Me pêvajo xistiye dolabê', 'Emê çekan binax bikin' wiha nirxandin kir: "Li gel vê alîkariya gel û pêvajoyê kê berpirsiyariya rawestandina pêvajoyê daye Serokomar? Divê êdî civaka Tirkiyê hesabê vê bipirsin. Divê êdî dema bihevrebûnê bêdîtin. Divê kesîmên rêxistinkirî li hember ruyê dewletê yê êşê nîşan dide bisekinin û maskeya wan bixin. Weke KJA çî bikeve ser milê me emê bikin."

(zt)