Gelê Farqînê bi qirkirinê re ru bi ru maye - DEQEYA DAWÎ
10:54
JINHA
AMED - Li navçeya Farqînê ya Amedê ji seat 01.00'an de ji aliyê Walîtiya Amedê ve biryara qedexeya kolanan da û înternet û telefon hemû hatin qutkirin. Li navçeyê tu ragihandin pêk nayê û li taxên di bin kontrola ciwanan de pevçûnên gelek dijwar pêk tên. Li navçeyê ketin û derketin qedexeye û dukel li navçeyê bilind dibin. Destûrê nadin heyeta HDP û DBP'ê bikeve navçeyê.
Piştî li navçeya Gimgimê ya Mûşê amadekariyên li navçeya Farqînê ya Amedê jî komkujiyê bikin dikin. Walîtiya Amedê şevê din seat di 01.00'an de qedexeya kolanan da û hemû înternet û telefonên li navçeya Farqînê hatine qutkirin. Bi qedexeyê ji Amedê gelek leşker bi wesayatîn zirxî ber bi navçeyê ve hatin sewqkirin. Polîs bi bombeyên gazê êrîşê lî welatiyên derdekevin kolanan dike û bi çekan êrîşê dike.
Li navçeyê pevçûn dijwar dibin
Li taxên Tekel, Mescît, Konak û Selahattînê yên di bin kontrola hêzên parastina cewherî de di navbera ciwan û tîmên taybet de pevçûnên dijwar tên jiyîn. Li taxan her kolan vegeriya qada şer û derbarê mirin û birîndaran de tu agahî nayên girtin. Hat ragihandin ku li tavahî taxan dukel bilind dibe.
Destûr neda heyet bikeve navçeyê
Heyeta HDP û DBP'ê ya ji Amedê ber bi navçeyê ve çû destûr nedan bikevin navçeyê. Heyet ji aliyê polîsan ve di ketina navçeyê de hatiye rawestandin. Ji Heyetê re tê gotin ku "Heya destûra walîtiyê nebe nikarin bikevin navçeyê" Heyet li ketina navçeyê tê sekinandin.
(zt)