'Di şer de zarokên malbatên xizan dimirin'
10:56
Fîlîz Zeyrek /JINHA
EDENE - Ji herderê li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê bertek zêde dibin. Bertekek jî ji Durdane Taşyûrek a 65 salî li Edenê dijî û debara xwe bi av firotinê dike hat. Durdane diyar kir ku ew bi xwe tirke lê tu pirsgirêka wê bi Kurdan re tune ye û ew dixwazin di nava aştiyê de jiyan bikin. Durdane anî ziman ku pêwîste hikûmeta AKP'ê derhal dev ji polîtîkayê xwe yên şer berde.
Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê, polîtîkayên şer ên ku serokomar Recep Tayyîp Erdogan û saziyên wî li hember gelê Kurd dane despêkirin bertek her ku diçe li dijî wan mezin dibe. Vê carê bertek ji Durdane Taşyûrek a 65 salî ku berî 25 salan ji navçeya Ceyhanê tevî 6 zarokên xwe koçî Edenê kiriye û li wir debarê xwe bi av firotinê pêşwazî dike hat. Durdane diyar kir ku, pêwîste hikûmeta AKP'ê derhal dev ji polîtîkayên xwe yên şer û xwîn rijandinê berde û aramî li vî welatî pêk bîne. Durdane anî ziman ku di nava şer de zarokên malbatên xizan dimirin û wiha domkir, " Gel tu caran şer napejrînin û ev gel aştiyê dixwaze. Gelê Kurd û Tirk her dem zanîne bi hevre bijîn. Ez jî Tirkim lê gelek hevalên min ên Kurd hene û ez gelek ji wan hezdikim. AKP'ê ji bo berjiwendiyê xwe mirovan dişîne mirinê. Bila ne leşker ne jî ciwanên din nemirin. Dewlet zarokên me bi kartîne"
'Zabitayên şaredariya AKP'ê karê min asteng dikin'
Durdane bertek li dijî Şaredariya Mezin a Edenê ya AKP'ê da û wiha domkir, "Şaredarî destûr nade em perê nanê xwe qezenç bikin. Di germahiya Edenê de ji bona ku em du quruş pere bigrin qezenç bikin lê şaredarî dibe asteng. Lê di pêvajoya hilbijartinê de wek kole tevdigerin piştî hilbijartinê jî gelek zilm li gel dikin." Durdane anî ziman ku ji ber temenê wê a mezin di kar de gelek zehmetî dikêşe û got, "Ez 65 salîme lê ji dema ku xwe nasdikim heyan niha ji bo jiyan kirinê ez her dixebitim. Mala me bi kirê ye û hêza me têra vê yekê nake. Fatûrayê avê hatiye xwedê zane ez çend roj bixebitim ku ji bo ku deyna xwe bigrim. Pirsgirêkê min a tansyonê heye, ji du cihên xwe hatime ameliyet kirin û ez êdî mirovan şêlo dibînim. Edene xwedî erdîngeriyek gerime, lê em neçar dimînin ku wê saetên gerim de bixebitin. Lê zabitayên şaredariyê destûrê nadin min."
'Bi diziyê vî welatî talan kirin'
Durdane bi lêvkir ku ji ber astengiyên berê ew navberê nadin karê xwe û wiha got, "Berê rewşa me başbû, niha em ketine çi halî, welat talan kirin. Hingî dizîn tiştek ji bo gel ne hêştine. Zarokên me ji ber bê kariyê diçin serî li hişbirê didin û an jî diçin tevlî çeteyên DAIŞ'ê dibin."
(rc)