KCK: Divê kurd li her derê li hember van êrîşan rabin
12:00
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - KCK'ê li hember êrîşên û qirkirinên ser rêveberiyên xweserên kurdan daxuyamiyek da û got, "Yekane rêya pêşîgirtina li vê rewşê, di serî de Gimgim, Gever, Cizîr, Silopiya, Farqîn û Nisêbîn xwedîderketina li hemû bajar û navçeyên xwerêveberî ragihandine ye. Pêwîste Kurd li her deverê rabin ser piyan û li dijî êrîşan bisekinin. Li ti cihî nabe ku gelê Kurd li hemberî êrîşan bi tenê were hiştin. Roj, li dijî êrîşên faşîst ên mêtîngerên qirkirina çandî, roja bikaranîna mafê berxwedana demokratîk e."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku dewleta Tirk bi awayekî dîn û har êrîşî gelê Kurd, vîna siyasî ya gelê Kurd dike û ev xal destnîşan kir: "Hikûmeta AKP'ê ne pirsgirêka Kurd çareser dike, ne jî dikare xwe li karaktera civaka demokratîk û rêxistinbûyîna gelê Kurd rabigire. Li dijî zext, girtin û êrîşên ji bo şikandina vîna demokratîk a gel, gelê Kurdistanê biryara xwerêveberiyê da. Bi awayekî hovane êrîşî vê biryara gelê Kurdistanê dikin. Tevî ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê vînê nîşan nade û gavê neavêje, rêxistinbûyîna demokratîk a xwecihî ya gelê Kur weke avakirina dewletê di nava dewletê de dinirxîne û hewl dide binpê bike. Bi awayekî vekirî dibêje, 'tuyê serê xwe li ber sîstema min a siyasî ya navendîparêz, otorîter û hegemonyayî bitewîne'. Şerê di encamê de mirov jiyana xwe ji dest didin, ji ber van êrîşên dewletê yên despotîk ên li hemberî vîna gel a demokratîk, diqewime. Çawa ku di salên 1990'î de bi hovane êrîşî serhildanên gel kir, niha jî heman polîtîkayê dimeşîne."
'Bi hovane êrîşî ser vîna gel a xwe bi xwe rêvebirinê dikin'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Polîsên dewleta AKP'ê her roj li bajar û navçeyekeê mirovên sivîl qetil dikin" û wiha hat gotin: "Her wiha bi helwesteke li dijî mirovahiyê nêzî cesedên gerîlayên di şer de şehîd dikevin, dibe. Ev êrîşên li dijî mirovahiyê li Gimgimê zêde bûne. Li Gimgimê, gerîlayeke jin a şehîd ket hat tazîkirin û bi vî rengî hat teşhîrkirin. Ev bûyer nîşan dide bê dijminatiya AKP'ê ya li Kurdan dike, gihaştiye kîjan astê. Ev pêkanîn tê wê wateyê ku li dema şerê qirêj ê salên 1990'î vegeriyane. Serokkomar Tayyîp Erdogan her roj diaxive û di axaftinên xwe de dibêje ku ev şerê qirêj wê hîn bêhtir bê dijwarkirin. Ji Gimgimê agahî tên ku hem sivîl, hem jî gerîla hatine qetilkirin û cesedên wan hatine parçekirin. Hikûmeta AKP'ê, çi sivîl çi jî gerîla mirovan bi xwînxwarî qetil dike û bi awayekî bê exlaqî bi cesedan dilîze û xera dike. Tayyîp Erdogan bi awayekî vekirî dibêje ku wê van komkujiyên xwe dewam bidomînin û li hemberî mirovên li ber xwe didin, bi vî rengî tevbigerin. Bi gotina 'wê heta qiyametê şer dewam bike' re Tirkiyeyê ber bi qiyametekê ve dehf dide. Eger ev kesayetê xwedî karakterê faşîst ê nehatiye dezgînkirin neyê sekinandin, xuyaye wê şerê li Tirkiyeyê dijwartir bibe.
Yekane rêya pêşîgirtina li vê rewşê, di serî de Gimgim, Gever, Cizîr, Silopiya, Farqîn û Nisêbîn xwedîderketina li hemû bajar û navçeyên xwerêveberî ragihandine ye. Pêwîste Kurd li her deverê rabin ser piyan û li dijî êrîşan bisekinin. Li ti cihî nabe ku gelê Kurd li hemberî êrîşan bi tenê were hiştin. Roj, li dijî êrîşên faşîst ên mêtîngerên qirkirina çandî, roja bikaranîna mafê berxwedana demokratîk e."
'Divê gelê kurd bi tenê neyê hiştin'
KCK'ê da xuyakirin ku divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, xwedî li hemû bajar û navçeyên li dijî zext û êrîşan biryara xwerêvebirinê wergirtine derkevin û got, "Girîng e gelê Kurd bi tenê neyê hiştin û yekîtiya gelê Tirkiyeyê û gelê Kurd bê xurtkirin. Gelê Kurdistanê bi tenê demokrasiya herêmî ya rewa ava dike û hewl didin xwe bi rêve bibe. Xwerêveberiyên demokratîk gavên ji bo xurtkirina yekîtiya Tirkiyeyê ne. Gelê Kurd ji bilî xwerêveberî û avakirina demokrasiya herêmî, ti armanceke xwe ya cuda nîne. Yên hewl didin xweseriya demokratîk weke cihêkariyê nîşan bidin, ew kesin ku polîtîkayeke wan a çareseriya pirsgirêka Kurd nîne û hewl didin ji bo tinekirina têkoşîna gel, hincetan biafirîne.
Pêwîste gelê Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, ji bo dewleta Tirk hurmetê nîşanî vîna demokratîk a gelê Kurd bide têkoşînê bimeşînin û pêşî li dijwarbûna şer bigirin. Hurmeta li vîna demokratîk a gelê Kurd, tê wateya aştî û aramiyê. Divê were zanîn; heta ku êrîş li hemberî vîna demokratîk a gelê Kurd neyê kirin, gelê Kurd û gerîla wê nekevin nava şer. Ji ber vê yekê divê li dij polîtîkayên şer ên AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd, bê derketin. Girîng e Tirkiye demokratîk bibe û li ser bingeha rêveberiya xwe bi xwe ya gel têkoşîna çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd, bê xurtkirin."
(zt)