Li Farqînê şer berdewame 2 kesan jiyana xwe jidest dan

14:30

JINHA

AMED - Li Farqînê leşker û polîsan êrîşî gel kirin şer berdewam dike. Sê taxên hêza xwe ya parastina cewherî bihêz kirine leşker û polîs nikarin bikevin hindir, dema ku welatî ji malê xwe derdikevin bi gulebaranê re ru bi ru ne. Ji ber êrîşa 2 kesan jiyana xwe jidest dan.

Li farqîna ku parastina xwe ya cewherî îlan kirî ji şevadin saet di 21.00'an heya serê sivê 04.00'an şer giran bûye û niha jî berdewam dike. Ji serê sibê ve leşker û polîs gel gulebaran dike, agir berdan cihek ê kar. Bi saetan balefir ser navçeyê digeriyan. Ciwan li ser xendekan bi parastina cewherî li ber xwe didin. Di dema êrîşên leşker û polîsan de guleyek bi serê ciwanê bi navê Serhat Bînen ket û jiyana xwe jidest da. Kesekdinê ji aliyê sekvanan ve nîşan hatî girtin û hatî qetilkirin hîna nasname nehatiye diyarkirin. Yek jê giran li navçeyê gelek birîndar hene, lê xetên telefonan jî nakişe. Biriyara derneketina kolanan berdewam dike, dema ku welatî ji malên xwe derdikevin bi talokeya gulebaranê re ru bi ru ne. Hat zanîn ku du jinên ji malên xwe derketin kolanê hatin birîndar kirin. Hemû welaltiyên sivîlên li kolanan tên dîtin gulebaran dikin.

4 tax dibin destê hêzên parastinê denin

Li gorî agahiyên hatine girtin leşker û polîs nikarin têkevin taxên Feridun, Mescit, Tekel û Konak ê. Taxa Azizoglu jî dibin dorpêçêdene, fermana 'lêbixin' dane leşkeran welatiyên taxê dibin talokeya qirkirinê denin. Hat zanîn ku li herêmê topên hewanan jî tên avêtin, niha kes nikarin ji malên xwe derkevin. Ji bo Farqînê banga baldariyê li welatiyan hat kirin û wiha hat gotin: "Bese êdî li vêderê mirov tên qetilkirin, mal tên şewitandin. Bila êdî hinek bên vê rewşê bibînin. Li vêderê qirkirin heye. Dê gelê kurd ticarî dest ji berxwedanê bernedin."

Heyeta HDP'ê li navçeyê ye

Ji serê sibê heya niha destur nayê dayîn heyeta di navê de parlementerên HDP'ê Ziya Pîr, Çaglar Demirel, Sibel Yigitalp, Ayşe Acar, Edip Berk li gel Hevşaredara Bajarê Mezinê Amedê Gultan Kişanak, Hevserokê Navenda DBP'a Amedê Ali Şimşek, hevşaredarên navçeyên Rezan û Surê jî di navê de biçin navçeyê.

'Ferman ji Enqerê hatiye'

Parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr agahiyên ku girtine bi bernama televizyonê re par kir. Ziya diyar kir ku di şerê berdewam diki de ciwanê bi navê Serhat Binen jiyana xwe ji dest da, kesek dinê jî jiyana xwe ji dest daye lê hîna di derbarê nasnamê de ti agahî nehatine dayîn, li 4 taxan şer berdewam dike. Ziya anî ziman ku ketina navçeyê tê asteng kirin. Ziya bilêv kir ku wan li gel Walîtîyê û Qeymeqamiyê hevdîtin kirine lê wiha gotine: "Tişta ku tê kirin ji derveyî berpirsiyariya meye, me derbas dike, niha ti berpirsên dewletê li Amedê nikarin tiştekê bikin. Divê biriyar ji Enqerê bê girtin."

(zt)