'Divê talebên girtiyan ên rewa bên bicîh anîn
14:47
JINHA
AMED - Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê û Rêveberên Diyar TUHAD-DER'ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê çûn serdana girtiyên di greva birçîbûnê de ne û diyar kirin ku girtiyan peyama "Heta daxwazên me bên qebûlkirin çê çalakiya me bidome" dane wan.
Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê û Rêveberên Diyar TUHAD-DER'ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê çûn serdana girtiyên ku ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, nedayîna cenazeyên şervanên şervanên YPG û YPJ'ê û domandina operasyonên qirkirina siyasî di 15'ê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kirine. Piştî serdanê Endamên MHD û Diyar TUHAD-DER'ê li ber girtîgehê daxuyanî dan.
'Em şahidiya kaosa li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn berdewam dike dikin'
Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz diyar kir ku li 93 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê greva birçîbûnê didome û wiha got: "Daxwaza girtiyan daxwaza me malbatan e. Em didin xuyakirin ku li pişt daxwazên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne."
'Divê demek zu talebên wan ên rewa bên pejirandin'
Seroka MHD'ê ya Amedê Meral Atasoy axivî û diyar kir ku girtiyan ji wan re ragihandine ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin ew ê greva birçîbûnê bi dawî nekin. Meral anî ziman ku di pêvajoya kaosê ya ku welat navde ye de azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bêhtir girîng e û ev tişt anî ziman: "Divê dev ji polîtîkayên şer bê berdan û di çarçovey mutabaqata Dolmabahçeyê de ji nûve pêvajoya çareseriyê bê berdewamkirin."
Meral got ku nedayîna cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê li derveyî pîvanên exlaq û hiqûqê ye û wiha axivî: "Daxwazên girtiyên di grevê de ne daxwazên ku dikare vî polîtîkaya şer rawestine û ji bo civakê çareseriyê pêkêş dike ye ji ber vê yekê jî em piştgiriyê didin. Girtiyên di greva birçîbûnê de diyar kirin ku heta ku daxwazên wan bên qebûlkirin dê bi biryarê têkoşîna xwe bidomînin."
(zt)