Tê îdia kirin ku li Farqînê 4 kesan jiyana xwe jidest daye
15:46
JINHA
AMED - Di encama êrîşên leşker û polîsan ser herêma Farqînê de tê îdia kirin ku 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li navçeya Farqîna Amedê êrîşên leşker û polîsan berdewam dikin, gel bi qirkirinê re ru bi ru ne. Heyeta ji hilbijêrên HDP û DBP'ê pêktên çun Farqînê, lê heyet negirtin Taxa Tekel a ku şer lê girane. Mal, cihên kar û wesayît tên gulebaran kirin. Heyetên ku tên herêmê desturê didin bikevin Taxa Mescit a ku şev heya serê sibê şer lê giran bû. Li taxên Konak, Mescit û Feridun şer berdewam dike. Li Taxa Tekel jî şer lê girabûye.
Wesayîtên zirxî di nava kolanan digerin û agahiya derneketina kolanan dikin. Av, elektirîk û xetên telfonan ser navçeyê qut kirine. Di saetên serê sibê de hat zanîn ku ciwanê bi navê Serhat Binen jiyana xwe jidest daye. Tê îdiakirin ku li navçeyê 3 kesên dinê jî jiyana xwe jidest dane, gelek welatî birîdarin rakirine nexweşxaneyan.
(zt)